Dozgerî nahêle malbat cenazeyan bibînin

Ji bo teşxîskirina cenazeyên ji Cizîrê anîn Dîlokê malbatan serî li dozgeriyê dan. Lê belê dozgeriyê serlêdana malbatan red kir û 4 wêne nîşanî malbatan da, ji wan xwest bi vî rengî cenazeyan teşxîs bikin.

Ji bo teşxîskirina 20 cenazeyên ji jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê anîn Dîlokê, malbat hatin bajêr, lê belê ji ber biryara dozgeriyê cenaze ji malbatan re nayên nîşandan.

Malbatan ji bo teşxîsê serî li dozgeriyê dan, lê belê serlêdana malbatan a ji bo dîtina cenazeyan nehat qebûlkirin. Dozgeriya Tirk 4 wêneyên ji cenazeyên 'dikarin bên teşxîskirin' nîşanî malbatan da û xwest bi vî rengî teşxîs bikin.

Ji malbata Alî Fitrat Kalkan ê texmîn dike di nava yên li Cizîrê hatine qetilkirine de ye, serî li dozgeriyê da. Lê belê dozgeriyê 4 wêneyên cenazeyan nîşanî malbatê da û xwest teşxîs bike. Daxwaza malbatan a ji bo dîtina cenazeyan hat redkirin.

Cenazeyên şandin Dîlokê, piştî otopsiyê, li Goristana Yeşîlkentê radikin morgê û dawiyê agahiyê didin berpirsiyaran û bi vî awayî nahêlin parêzer beşdarî otopsiyê bibin. Ev pêkanîn û redkirina daxwaza teşxîskirinê, wek veşartina wehşeta pêkhatî hate şîrovekirin.