Cenazeyekî din hat teşxîskirin
Ji 28 cenazeyên ji Cizîrê anîn Rihayê, cenazeyê Sînan Kaya ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.
Ji 28 cenazeyên ji Cizîrê anîn Rihayê, cenazeyê Sînan Kaya ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.
Ji cenazeyên 28 sivîlên li Cizîrê bi awayekî wehşî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û anîn Rihayê, cenazeyê Sînan Kaya (22) ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.
Malbatê li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan teşxîs kir û piştî otopsiyê wê bibe Mersînê li wir veşêre.
Bi teşxîskirina Kaya re li Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan 12, li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê 6, li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê jî 5 cenaze man.