Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad xwest Ocalan azad bibe
Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad bang li hemû Kurdan kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.
Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad bang li hemû Kurdan kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin.
Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad diyar kir, komploya 15'ê Sibatê bi têkoşîna bêhempa ya Ocalan, gerîlayên PKK'ê û gelê Kurd re hatiye pûçkirin û got, "Di encama vê têkoşînê de îro li hemû parçeyên Kurdistanê derfetên azadiyê afirîne. Lê belê ji bo vê, divê hemû rêxistinên Kurd di bin sîwana yekîtiya neteweyî de li hev bicivin."
Adil Mûrad di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, ku bi komployê re hatiye xwestin dîrok bê dubarekirin, lê Kurdan vê carê herikîna dîrok serûbin kirine.
Mûrad got, "Eger îro DYA li Rojava li cem Kurdan cih digire û eger îro di konferansên li Cenevreyê de qala Kurdan, qala PKK'ê tê kirin, ev yek bi pûçkirina komployê re pêk hat. Kurd di 1925, 1938-39'an de rastî komkujiyên mezin hatin. Li Mahabadê komkujiyeke mezin li Kurdan hat kirin. Lê kesî di vê astê de nikarîbû dengê Kurdan bide bihîstin. Yanî dîrok berevajî bû. Bêguman ev yek ji aliyê PKK'ê ve, ji aliyê girseya ser bi PKK'ê ve, ji aliyê dostan ve hat kirin."
Mûrad got, "PKK ji cihê ku hewl hat dayîn bê tesfiyekirin xwe gihand pozîsyona her kes dixwaze pê re hevdîtinê bike" û ev tespît kir: "Tirkiyeyê bi destê Îsraîl û DYA, di bin kontrola van hêzan de komplo da meşandin. Bêguman di nava vê de welatên Ewropayê jî hebûn. Ew welatên Ewropa yên îro nîqaşê li ser derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'terorîst' dikin. Ew welatên Ewropa ku îro bi PKK'ê re têkiliyê datînin. Dixwazin biçin Serok Apo û hevalên wî bibînin. Ev yek bi piştgirî û xwedîderketina gelê Kurd li berxwedana Serok Apo re bû."
'15'Ê SIBATÊ ROJA REŞ A KURDAN E'
Adil Mûrad da xuyakirin, ku roja 15'ê Sibatê ji bo Kurdan rojeke reş e û got, "Kurdan ev roja reş veguherand roja serketinên mezin. Bi komployê re xwestin Ocalan tesfiye bike û li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê biqedînin. Lê belê îro her kes dibîne, ev têkoşîn didome. Li Rojava Kurdan îro Kanton ava kirin. Li Bbakur têkoşîn mezintir bû. Kurdan li her derê têkoşîna xwe mezintir kirin."
'AZADÎ BI YEKÎTIYÊ DIBE'
Mûrad diyar kir, gelekî xetere ye ku Kurd pişta xwe bispêre DYA yan jî Tirkan û destnîşan kir, ku divê afirandina yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan armanca esasî be.
Adil Mûrad axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gorî min Erdogan û Tirkiye niha ji Şah xeteretir e. Ya ku Şah di 1975'an de li Kurdên başûr kiri Tirkiye dixwaze îro bîne serê Kurdan. Lewma divê Kurd pişta xwe nespêrin dewleta Tirk. Eger Kurd di nava xwe de yekîtiyê pêk bînin, wê ji sedî sed tevlî Cenevreyê yan jî konferansên mîna wê bibin.
Bi qasî ez dizanim niha di nava refên YPG'ê de bi hezaran Ereb hene. Çima berî niha wiha bû, lê niha ev rastî heye? Xuya ye têkoşîna Kurdan li Rojava tiştek kir. Kesî nikarîbû xwe li hemberî DAIŞ'ê rabigire. Li Kerkûk, li Başûr, li Rojava, ji bilî Kurdan kesî nikarîbû li ber xwe bide. DYA ev yek bi awayekî vekirî got. Rayedarên Kanadayî ev yek bi awayekî vekirî li Bexda û Enqereyê gotin. Niha şervanên Kurd nêzî Helebê dibin. Hêvîdar im wê li wê derê serketineke mezin bi dest bixin. Ev yek encama têkoşîna bi hev re ye."
'OCALAN WÊ AZAD BIBE'
Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad da xuyakirin, ku ew bawer e wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojekê azad bibe û got, "Dema hevalê Ocalan hat girtin, me hemûyan di televîzyonan de dît ku ciwanan xwe çawa şewitandin. Ez hingî berpirsyarê çapemeniyê bûm. Min daxuyaniyek da çapemeniyê û got; 'ev gel wê bi ser bikeve. Eger bi sedan kes xwe dişewitîne ev têkoşîn naqede. Hevalê Ocalan wê azad bibe.'
Ez bi rêzdarî nêzî Mandela didim û pê serbilind im. Lê binêrin, kesî xwe ji bo Mandela neşewitand. Gel ji bo wî çalakî kir, têkoşiya. Lê xweşewitandin wateyeke xwe ya cuda heye. Lewma min her tim bawer kir ku Ocalan wê azad bibe û hînê jî pê bawerim. Erdogan wê biçe, lê Ocalan wê bimîne. Dijminê Kurdan wê winda bikin."
'HIN PARTÎ HÎNÊ LI PÊŞIYA YEKÎTIYÊ ASTENG IN'
Mûrad da zanîn ku Kurd îro li Parîs, Moskowayê tên qebûlkirin, mûxatab tên dîtin, lê hînê hin partiyên Kurd li pêşiya yekîtiya Kurdan asteng in û ev nirxandin kir:
"Bala xwe bidinê; Rûs îro hatin Sûriyeyê. Rûs ne tenê li cem rejîma Sûriyeyê ne, li cem Kurdan jî cih digirin. Îro ji gelek deverên cuda yên cîhanê mirov tên û li em Kurdan şer dikin. Ji Efrînê heta Şengalê, heta Kerkûkê rewş bi vî rengî ye. Ev rewşeke gelekî girîng e. Her kesî li Kobanê dît bê têkoşîneke çawa tê dayîn. Her kesî rola PYD'ê ya li wir dît. Rast e, her kesî li wir şer kir, lê ev bi pêşengiya PYD'ê bû. Hêza esasî ew bûn û tevahiya cîhanê bi vê dizane. Yên vê ji nedîtî ve werin, ti tişt bi destê wan nakeve."
Adil Mûrad anî ziman, ku dema axatî, begî, eşîrtî derbas bûye û destnîşan kir, ku ji bo Kurdan a pêwîst konferansa neteweyî ye.
'EM HEMÛ BI HEV RE DAXWAZA AZADIYA SEROK APO BIKIN'
Mûrad bang li hemû Kurdan kir ku dakevin qadan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Mûrad Herî dawî ev nirxandin kir:
"Vaye salvegera komploya 15'ê Sibatê ye. Pêwîste Kurd hemû li her cihê lê ne, bi yek dengî daxwaza azadiya Serok Apo bikin. Eger em li her devera cîhanê bi dengekî bilind vê bilêv bikin, hingî tevahiya cîhan wê dengê me bibihîze û ew ê bi bandor be. Ez bawerim eger ev bibe, wê Serok Apo azad bibe."
Mûrad bang li Kurdan kir ku li her derê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilindkirina têkoşînê rabin serhildanê.