HSD'ê nasnameyên du şervanên xwe eşkere kir
Di topbaran hêzên artêşa Tirk a li dijî kantona Efrînê û bakUrê Helebê de du şervanên HSD'ê jiyana xwe ji dest dan.
Di topbaran hêzên artêşa Tirk a li dijî kantona Efrînê û bakUrê Helebê de du şervanên HSD'ê jiyana xwe ji dest dan.
Di topbaran hêzên artêşa Tirk a li dijî kantona Efrînê û bakUrê Helebê de du şervanên HSD'ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe ku di topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.
Daxuyaniya HSD'ê wiha ye:
"Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herêma Dêr Cemal û Minixê ji çeteyên ku xwe lê bi cih kiribûn rizgar kirin, du roj berê Arteşa Tirk bi awayekî ew herêm topbaran kir. Topbarana Arteşa Tirk heya derengahiya şevê dewam kir. Duh danê sibehê jî topbaranê dewam kir.
Di encama vê topbaranê de, li herêma navbera Dêr Cemal û Minixê de 2 şervanên me ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk çeperên xwe girtibûn, gihîştin asta şehadetê.
Em ê heta dilopa dawî ya xwîna şopdarê rêya şehîdan bin û sersaxiyê ji tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin.
Nasnameyên cangoriyan:
Nav û paşnav: Mazlûm Henan
Nasnav: Mahsûm Qorumqaz
Navê dayikê: Xeyriye
Navê bav: Henan
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Bakurê bajarokê Dêr Cemal/14’ê sibata 2016’an
Nav û paşnav: Emîne Hisko
Nasnav: Şîlan Kobanê
Nav û paşnavê dayikê: Fîdan Îco
Navê bav: Şeban
Cihê Jidayikbûnê: navçeya Bilbilê ya Efrînê – gundê Xelîlaka
Cih û dîroka şehadetê: Bakurê bajarokê Dêr Cemal/14’ê sibata 2016’an.”