Parêzerê Nelson Mandela bi Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle re hevdîtin kir
Heyeta biyanî ku Parêzerê Rêberê Afrikaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa, bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle re hevdîtin kir.
Heyeta biyanî ku Parêzerê Rêberê Afrikaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa, bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle re hevdîtin kir.
Heyeta biyanî ku Parêzerê Rêberê Afrikaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa, bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle re hevdîtin kir. Hat zanîn ku heyet li ser rola Ocalan û tecrîda li ser Ocalan tên meşandin axivîne û mijara muzakere û çareseriyê girtine dest.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17 sal berê bi destên hêzên navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û Ocalan 17 salin di bin tecrîda giran de dijî. Di 17'emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de Heyeta biyanî ya di pêşengiya Rêberê efsanevî yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa de ji 11 kesan pêk tê, piştî serî li Wezareta Dadê dan, ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin hatin Tirkiyê. Heyeta ku hatin Tirkiye, li Stenbolê beşdari gelek hevdîtin bûn. Heyetê destpêkê bi Hevberdevkên HDK'ê Ertuğrul Kurkçu û Gulîstan Kiliç Koçyîgît li Otela Pera Place hatin cem hev. Heyetê piştî hevdîtina HDK'ê bi Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle re hevdîtin kir. Heyetê li Buroya Sedsalê ya parêzerên Ocalan civîna girtî pêk anîn.
Hat zanîn ku di vê hevdîtinê de rola Ocalan, tecrîda li ser Ocalan û çareserî hatiye niqaşkirin.
Heyet, herî dawî ji bo bi Hevparên Platforma Hiqûqê ya Demokratik re hevdîtin bikin derbasî avahiya TOHAV'ê bûn. Gelek parêzer beşdarî vê civînê bûn. Civîn li vir jî girtî pêk hat. Heyet wê sibê saet di 11.00'an de li Otela Elit Worldê civîna çapemeniyê pêk bîne.