Komploya 15'ê Sibatê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hat şermezarkirin
Li bajarên Silêmaniye, Kerkûk û Ranya yên Başûrê Kurdistanê, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Li bajarên Silêmaniye, Kerkûk û Ranya yên Başûrê Kurdistanê, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Li bajarên Silêmaniye, Kerkûk û Ranya yên Başûrê Kurdistanê, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin.
KERKÛK
Komploya 15'ê Sibatê li Kerkûkê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Meşa li taxa Şorce ya Kerkûkê pêk hat, tevî endamên Tevgera Ciwanên Azad û REJAK'ê, nûnerên PYD'ê yên li Kerkûkê û gelek kes amade bûn. Piştî meşa ji saetkê, li ber peykerê fermandarê Kurd ê navdar Mamê Rîşe daxuyaniyek hat dayîn.
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzat Kerkûkî li ser navê Tevgera Azadî axivî û got, "Îro li Rojava, Iraq û Tirkiyeyê, yekane xwediyê projeya jiyana bi hev re ya gelan, Kurd e. Ev yek li Rojava îspat bû. Lê em dibînin dewleta Tirk hînê dixwaze komployê bidomîne. Tevî ewçend hevdîtinên bi Rêber Apo û morkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê jî, îro li Bakurê Kurdistane komkujî tê kirin. Lê belê Kurd li hemberî vê komkujiyê bi pêşengiya YPS'ê berxwedaneke mezin nîşan didin."
Li ser navê Rêxistina Jinên Azad li Kurdistanê (REJAK) Dilovan Ekrem bang li tevahiya jinên Kurd kir, ku di sala 18'an de li hemberî komployê seferber bibin û got, "Têkoşîna herî mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna azadiya jinê ye. Lewma divê em di têkoşîna li dijî komployê de hîn çalak bin."
Ji Tevgera Ciwanên Welatparêz Rêbaz Dilovan jî got, "Em li cihê bidawîbûna gotinê ne. Bi wesîleya salvegera komployê dixwazim ji her kesî re vê bêjim; em hînê dîlgirtina Rêber Apo nebûn û em ê hîn nebin."
SILÊMANIYE
Li Silêmaniyeyê bi hezaran kes bi qîrîna dirûşmên "Roj roja berxwdanê ye", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Ocalan Rêberê me ye" meşiyan.
Bi pêşengiya Tevgera Azadî bi hezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li kolana Salîm a Silêmaniyeyê tevî nûnerên partiyên siyasî, rêxisitnên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr û çalakgeran li hev civiyan û heta Baxê Giştî meşiyan.
Li dû meşê li vê derê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin û mesajên partî û rêxistinên siyasî hat xwendin. Piştre Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah axivî û komplo şermezar kir. Abdullah ragihand, komplo di şexsê Ocalan de li hemberî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin û got, "Bi vê komployê re xwestin têkoşîna gelê Kurd biqedînin."
Abdullah da zanîn, berevajî armancên komloyê, têkoşîna azadiyê ya gelê Kured mezintir bûye û got, "Di roja îro de ti kes nikare mîna sedsala beriya niha nêzî Kurdan bibe. Nikare Lozaneke nû pêk bîne. Dibe ku Ocalan dîl girtî be, lê belê nêrîn û têkoşîna wî roj bi roj mezin dibe û bi ser dikeve. Komplo bi berxwedanê re hatiye pûçkirin.
ŞÊRKO HEME EMÎN: DIVÊ OCALAN AZAD BIBE
Li ser navê buroya Parlamenta Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyeyê Dr. Şêrko Heme Emîn jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê îro li hemberî DAIŞ'ê têkoşînek tê meşandin. Li hemû parçeyên Kurdistanê ev îspat bûye, ku armanca me yek e em hevpar in. Lewma em dikarin bi hev re komployê bi temamî pûç bikin. Ji bo aştî were Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji her demê bêhtir îro pêwîstî bi azadiya Ocalan heye. Lewma divê Ocalan bê şert û merc, azad bibe."
Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan bi dawî bû.
RANYA
Li bajarê Ranya bi tevlîbûna bi sedan kesî re meşek hat lidarxistin. Meşa li bajarokê Silêmaniyeyê Ranya, ku ji aliyê Tevgera Azadî ve hat organîzekirin, saet di 15:00 de li ber mizgefta Seyîd Qadir destpê kir û heta ber Baxê Giştî dewam kir.
Li vê derê li ser navê Komîteya ji Ocalan re Azadî daxuyanyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevgera me ya aadiyê, gelê me ji her demê bêhtir di nava şerekî giran de ne. Lê belê ji her demê bêhtir jî em nêzî serketinê ne."
Di dxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya çalakiyên ji bo xwedîderketina li Ocalan û got, "Divê Rêber Apo êdî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe."
Piştî daxuyaniyê, girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, protesto kir.