MSD: Divê nerazîbûn li hemberî êrîşên dewleta Tirk bê nîşandan

MSD'ê êrîşîn dewleta Tirk ên bêkontrol û bêpîvan şermezar kir û got, "Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin, ku van êrîşên dewleta Tirk û desteka wan a ji bo çeteyan, nerazîbûnê nîşan bidin."

Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li ser herêmên ji dagirkeriya çeteyan hatine rizgarkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

"Dema ku hikûmeta Tirk biryar dide li nuqte û baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bide, daxuyaniyên pir şerm ji aliyê Serokwezîrê Tirk ve tên dayîn. Her kes dizane ku tenê dewleta Tirk van herêman topbaran dike û ti kesî êrîşî wan nekiriye.

Tevî ku Amerîka û Fransayê ji hikûmeta Tirk daxwaz kirine ku êrîşên li ser xaka Sûriyeyê bide sekinandin, dewleta Tirk her topbaran xwe dewam dike û di encamê de welatiyên sivîl ên Sûriyeyê dibin qurbanî. Ev topbaran li dijî parçeyekî erdnîgariya Sûriyeyê ye û ne tenê ji bo derbekirina baregehên leşkerî ye. Ev yek ji bo dewleta Tirk ne tiştekî nû ye. Wê li dijî sivîlên bajarên Tirkiyeyê jî heman êrîş pêk anîne û dîsa jî piraniya qurbaniyan sivîl bûn.

Dewleta Tirk hêza xwe ya standina biryaran û dengeya xwe winda kiriye. Ew li ser hestên mezhebî û şovenîst lîstokan dike. Ew radigihîne ku beşdarî şerê li dijî terorê bûye. Li aliyê din bi Cebhet El-Nûsra re koordîne dike. Li dijî DAIŞ’ê şer nake û li dijî gelê Kurd bi firehiya sînorê bi Tirkiyeyê re êrîşan pêk tîne. Li Iraqê jî vê yekê dike û niha li ser xaka Sûriyeyê jî heman êrîşan dike.

Her kes dizane êdî Balafirgeha Minix a Leşkerî ji destê Cebhet El-Nûsra ya terorîst hatiye derxistin û niha di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye. Ev serketineke mezin a li dijî terorîstan e.

Wekî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk em van kiryarên dewleta Tirk ên bêyî serûbin şermezar dikin û bang li hemû demokrasîxwazan, herêmê û cîhanê dikin ku zextê li hikûmeta Tirk bikin da ku van êrîşan bide sekinandin û êdî piştgiriya komên terorîst neke. Topbarana Tirkiyeyê ne tenê destwerdana li Sûriyeyê ye, lê xencereke di pişta hewldanên çareseriya siyasî yên navneteweyî de ye. Ev dihêle ku hemû aliyên şer hinceta wan a ku şer nedin sekinandin hebe û danûstandin dîsa werin paşdexistin."