Li Londrayê dirûşmên ji bo Ocalan azadî deng veda
Li navenda Londrayê 17. Salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî ve hat protestokirin.
Li navenda Londrayê 17. Salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî ve hat protestokirin.
Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya girseya ku li pêşiya avahiya parlemetoyê ya li navenda Londrayê kom bûn, tîşortên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn li xwe kirin û dirûşmên bi zimanê Îngilîzî “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Di axaftinên li pêşiya avahiya parlementoyê de hatin kirin, hêzên ku cih di komploya li hember Ocalan de girtine hatin şermezar û lenetkirin.
Di axaftinan de hat gotin ku hê jî hinek aliyên komploya li hember Ocalan berdewam dikin. Îro jî gelê Kurd bi qetlîaman re rû bi rû tên û bi awayekî komî tên qetilkirin. Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û tecrîda li ser Ocalan jî hatin nirxandin.
LORV AVEBÛRY HAT BÎRANÎN
Di çalakiyê de dostê Kurdan siyasetmedarê Îngilîz û endamê Kamaraya Lordan Lord Avebûry jî hat bîranîn. Lord Avebûry ê ku bi salan ji bo azadiya Ocalan xebat kir, cara yekem bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo Lord Avebûry, girse ber bi qada Trafalgarê ya bi nav û deng ve ket meşê.
Girseya ku rêya giştî li trafîqê girt, di pêşiya meşê de zarokên ku tîşortên wêneyên Ocalan li ser li xwe kirin û posterekî mezin ê Ocalan rakirin. Di çalakiyê de bi Îngilîzî pankartên “ Ji bo Ocalan azadî, ji bo Kurdistan statu”, Bijî Serok Apo” û “ Bersiva me ya ji bo 15’ê Sibatê, tolhildan e” vekirin û alên PKK, YPG,YPJ, KCK’ê hildan.
Girseya ku gihişt pêşiya avahiya Wezareta Îngiltereyê, li vir rawestiya, bang li Serokwezîr Cameron ki ku piştgirya xwe ya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike.
Girseya ku bi meşê gihişt qada Trafalgarê, li vir mîtîngek kurt li dar xist. Di axaftinêm mîtîngê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin, li hember êrîşên dewleta Tirk banga hestyariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.
Di tevahiya çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Di belavokên hatin belavkirin de agahiyên têkildarî komploya navneteweyî ya li hember Ocalan cih girtin. Piştre çalakiya ku 2 saetan dirêj kir bi dawî bû.