Li Xelfetiyê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya hêzên navneteweyî bi tifaq û berjewendiyên qirêt li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistî li Xelfetiyê hat protestokirin.

Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ket di pêşengiya Hevbirên KJA yên Xelfetiyê bi şîara, “Bi berxwedana xwerêveberiyan ve ji Kurdistanê re Statu, Ji Ocalan re Azadî” li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi meşek meşaleyî hat protestokirin. Protestoya li Taxa Gogana Jêrîn (Yûkari Goklu) ya girêdayî navçeya Xelfetiyê pêk hat bi tevlîbûna Hevserokên DBP’ê yên Navçeya Xelfetiyê, Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram, endamên meclîsên taxê û bi sedan kesên ji gundên derdor hatin ve pêk hat. Gelê li pêşiya Buroya Gogana Jêrîn a DBP’ê kom bû bi meşale û pankartan ket meşê.

Di çalakiya ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin de wêneyên 6 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin jî hatin rakirin. Di çalakiya ku ciwan tê de zêde bûn de dirûşmeyên, “ciwan fedaiyên Apo ne”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Silav Silav ji Îmralî re Hezar Silav”, “Kurdistan Goristan Ji bo Faşîstan”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” berz kirin. Şêniyên taxê jî ji şaneşîn û şibekayan piştgirî dan çalakiyê. Girseyê piştî meşa heta qada li pêşiya şaredariya kevn a bajêr, li vir daxuyaniya çapemeniyê da.

 ‘DIVÊ EM ARMANCA KOMPLOYÊ QETLÎAMÊN PÊK TÊN BAŞ BIBÎNIN’

Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta KJA Nahîde Saglamcan hat dayîn, diyar kir ku komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di serî de gelê Kurd li ser gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye, wiha dom kir: “Armanca hêzên komploger mirov dikare di rojama de pir eşkere bibîne. Di qetlîaman de diyar e. Mudaxele û hewldanên ji bo aştiyê yên Birêz Abdullah Ocalan nehişt komplo bigihêje armanca xwe.” Saglamcan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Niha tecrîda li ser Birêz Ocalan hê jî girantir kirine. Em ji hikûmeta niha desthilatdar re dipirsin. Çi guherî ku wê hevdîtin bi dawî kirin? Divê ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe ji nû ve hevdîtinên bi Ocalan re destpê bikin û tecrîda şidandî demildest bi rakirin.”

‘NIYAZA REJÎMA AKP-ERDOGAN JI NÛ VE DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE’

Di dewama daxuyaniyê de Saglamcan destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, AKP’ê bi hêstên tolhildanê dest bi êrîşên li ser Kurdistanê kir, wiha domand: “Ev rewş bi qetlîamên sivîlan ve gihiştiye lûtkeyê. Li Cizîr, Sûr, Nisêbîn ji mirin û koçkirina bi sedan mirovî AKP’e yekane berpirs e. Em êdî naxwazin di televîzyonan, bultenên nûçeyan de mirinan, operasyonên siyasî û leşkerî bibînin. Li hember vê komployê çawa Rêber Ocalan 18 salan bê aman li ber xwe dide, di serî de Sûr û Cizîr divê tevahî gelê Kurd berxwedanê nîşan bide. Rejîma AKP-Erdogan- Ergenekon a têkçûyina xwe ya li Kobanê bi êrîşên tolgirtinê yên li ser Cizîr û Sûrê dewam dike, niyaz dike ku ji nû ve Kurdistanê dagir bike. Bersivdayina vê dagirkirinê, qirkirinê û Rejîma Lozanê pêwîst e bi berxwedana şoreşgerî be.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.