Pirtûka 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)' cara 3. hat çapkirin. Heta niha 10 hezar pirtûk hatine firotin û ji niha ve zêdeyî hezar pirtûkên din ji Weşanxaneya Mezopotamyayê hatine xwestin.
Weşanxaneya Mezopotamyayê, notên hevdîtinê yên li Îmraliyê di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heyeta DBP-HDP'ê de hatin kirin, projeyên aştiyê û pêşniyarên aliyê Kurd di bin navê 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)' de kir pirtûk û pêşkêşî xwendevanan kir.
Pirtûka li Ewropayê hat weşandin, ji bo pirsa "Li Girtîgeha Îmraliyê li ser çi hatiye axaftin?" weke bersivekê ye.
Çend ji xalên ji beşa yekemîn a pirtûkê bi vî rengî ye: "Me ev pêvajo amade kir (18'ê Adara 2013), Asayîbûn vehewandina hemû pêkhateyên KCK'ê ye (7'ê Hezîrana 2013), Bi vekirina kilîdên tarîtiyê re ez dimeşim (17'ê Tebaxa 2013), Eger tifaqa dij bi Kurd bidome wê şer ji ber xwe ve rû bide (9'ê Mijdara 2013), Em bi çanada biratiya dîrokî nêzî Ermeniyan dibin (11'ê Çileya 2014), Em Erdogan ê otorîter û feraseta AKP'ê ya hegemonîk qebûl nakin (1'ê Hezîrana 2014), Muzakere tê wateya qanûnîkirina hemû mafên welatiyan e (26'ê Hezîrana 2014), Siyaset pêşdîtin e (15'ê Tebaxa 2015)."
ÇAPA DUYEMÎN QEDIYA
Çapa yekemîn a pirtûkê di Mijdra 2015'an de hatibû kirin û di Kanûnê de gihaştibû ber destê xwendevanan. Ji ber eleqeya zêde çapa duyemîn di Çileya 2015'an de hat kirin û ev jî di nava demeke kurt de qediya.
Rayedarên weşanxaneyê dan xuyakirin, ku ji Amerîka het Kanada, ji Tirkiyeyê heta Rûsya, ji Awûstralyayê heta Japonya û tevahiya welatên Ewropayê sparîş hatiye kirin. Heta niha bi qasî 10 hezar pirtûk hatin firotin û zêdeyî hezar sparîş jî hatine dayîn.
Çapa sêyemîn a pirtûkê niha tê kirin.