Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
Artêşa Tirk bi çekên doçka embarên genim ên bajarê Girê Spî hedef digire.
Artêşa Tirk bi çekên doçka embarên genim ên bajarê Girê Spî hedef digire.
Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku artêşa Tirk ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve embarên genim ên bajarê Girê Spî bi çekên doçka gulebaran dike. Derbarê ziyanan de agahiyên zelal nehatine bi dest xistin.
Nûçegihan diyar kir ku gulebaran heta dema amadekirina vê nûçeyê berdewam dikir.
Hêjayî gotinê ye, Artêşa Tirkiyeyê li gundên kantona Efrînê jî bi çekên giran topbaran dike.