Gulpî: Lingên navneteweyî yên komployê hînê li ser kar in
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Faîq Gulpî diyar kir, bêdengiya hêzên rojavayî li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk dike, nîşan dide ku lingên navneteweyî yên komploya 15'ê Sibata 1999'an hînê li ser kar in.
DÎREN ROJ
SILÊMANIYE
sêşem, 16 reşemiyê 2016, 08:48
Dr. Faîq Gulpî diyar kir, ku gelê Kurd di têkoşîna li dijî faşîzmê de hêza xwe ya moral û bîrdoziyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werdigire û got, "Rêber Apo di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rastiya rêbertiyeke gelekî cuda derxist holê."
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Faîq Gulpî mijarên di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxand.
'RÊBER APO ÎMRALI KIR NAVENDA RONAKBÎRIYÊ'
Gulpî di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Bêguman dewleta Tirk û hevalbendên wê, bi dîlgirtina Rêber Apo re hesab kirin ku wê têkoşîna azadiyê ya Kurd biqede. Lê belê Rêber Apo bi têkoşîna xwe re komplo pûç kir. Nehişt bi ser bikeve. Li dijî komployê, zîndana Îmraliyê kir navenda ronakbîriyê, kir navenda çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn. Paradîgmaya modernîteya demokratîk afirand û weke hêviya demokrasiyeke nû pêşkêşî civakê kir. Eger îro li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd daxwaza maf û azadiyan dike û li hemberî dewleta Tirk a faşîst serî natewîne, ev yek bi saya Rêber Apo pêk hatiye. Rêber Apo di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de ji her demê cudatir, rastiya rêbertiyeke nû derxist holê."
Dr. Gulpî da xuyakirin, ku di roja îro de 2 xet li Rojhilata Navîn li hemberî hev şer dikin û wiha pênase kir: "Yek jê xeta Îslamiya siyasî ya ku çavkaniya xwe sûnî ye û Erdogan jê re serkêşiyê dike. Erdogan hin hêzên paşverû û dijminê demokrasiyê kişand cem xwe û bi şerê navbera gelan re dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Xeta duyemîn jî xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo ye, ku biratiya gelan esas digire. Dewleta Tirk û hevalbendên wê dema dîtin, ku ev komplo bi ser nakeve, bi rengekî ku di hiqûqê de qet cihê xwe nîne tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dimeşînin û dixwazin komployê bidomînin."
'LINGÊN NAVNETEWEYÎ YÊN KOMPLOYÊ HÎNÊ DI DEWRÊ DE NE'
Gulpî da xuyakirin, ku li hemberî terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dimeşîne, heta niha ti hêzên navneteweyî nerazîbûn nîşan nedane û got, "Ev hemû hêz li pêşberî komkujiyan bêdeng in. Ev yek jî nîşan dide ku lingên navneteweyî yên komployê hînê di dewrê de ne û bi temamî dest ji komployê bernedane. Li hemberî vê yekê li nava civaka navneteweyî, rewşenbîr û nivîskaran dan xuyakirin ku ew li em gelê Kurd in. Ramangerên navdar ên mîna Noam Chomsky li dijî plana komkujiyê ya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, derketin. Ev yek nîşan dide ku felsefeya Rêber Apo êdî gerdûnî bûye. Komploger ji niha û pê ve kîjan rê bi kar bînin jî wê nikaribin bi ser bikevin. Gelê Kurd xwedî rêber û îdeolojiyeke gelekî xurt e."
'PDK ŞAŞÎTIYEKE STRATEJÎK DIKE'
Dr. Gulpî di dewama axaftina xwe de bandora eniya sûnî li Başûrê Kurdistanê nirxand û da zanîn, ku li Başûrê Kurdistanê ew rast nabîne ti hêz di nava vê eniya sûnî ya hatiye afirandin de cih bigire. Gulpî got, "Ji ber ku hêzên di nava vê eniyê de cih digirin, bi ti awayî baweriya xwe bi azadî û demokrasiyê re nîne."
Gulpî bal kişand ser xeteriya vê bloka sûnî li hemberî PDK'ê û ev nirxandin kir: "Siûdî, Qatar û Tirkiye wê bixwazin li Başûrê Kurdistanê jî partiyeke sûnî îslamî, ya ku Kurdan weke mirovên ji çîna duyemîn pênase dikin û di xeta wan de ye, li şûna PDK'ê bibe desthilatdar. Lewma PDK bi tifaqa bi van hêzan re, bi cihgirtina li heman eniyê re şaşîtiyeke stratejîk dike."
Dr. Faîq Gulpî diyar kir, eger kongreya neteweyî bi awayekî serketî pêk bihata, hêzên din ên siyasî yên Kurd, wê destûr nedabûna ku PDK şaşîtiyeke ewçend mezin a stratejîk bike û got, "Bloka sûnî ya bi pêşengiya Tirkiyeyê hewl tê dayîn were afirandin, bi ti awayî gelê Kurd weke neteweyekê naxwaze. Mînak; di sala 2014'an de dema DAIŞ'ê Mexmûr û Şengal dagir kir û berê xwe da Hewlêrê, Mesût Barzanî bi xwe ji Tirkiye û Siûdî alîkarî xwest. Lê belê van her du hêzan alîkarî nedan. Dixwestin Hewlêr bikeve destê çeteyên DAIŞ'ê. Lewma cihgirtina li nava bloka sûnî ji bo PDK'ê şaşîtiyeke gelekî mezin e."
'LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SÎSTEMA SIYASÎ JI BINÎ VE ŞAŞ E'
Siyasetmedarê Kurd Dr. Gulpî li ser krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê ku roj bi roj kûrtir dibe û çavkaniya vê krîzê de ev nirxandin kir:
"Li gorî min sîstema siyasî ya li Başûrê Kurdistanê xwedî şaşîtiyê ye. Eger ev hikûmet biçe, li şûna wê hikûmeteke din bê, ev pirsgirêk wê dîsa dewam bike. Sedema sereke ya şaşîtiya vê sîstemê ew e, ku gel tevlî biryarên siyasî nabe. Ya duyemîn jî, hînê destûreke me ya bingehîn nîne. Ya sêyemîn; ji sala 1991'ê û vir ve hikûmeta me heye, lê hînê polîtîkayeke me ya aboriyê ya serbixwe û ji nava xwe nîne. Ya çaremîn û ya herî girîng jî partiyên siyasî û hikûmeta li Başûrê Kurdistanê bi tena serê xwe nikarin biryaran werbigirin. Li gorî biryarên welatên derve tevdigerin. Bi taybetî welatên cîran ên mîna Tirkiye û Îran, li ser aboriya herêma me xwedî bandoreke mezin in.
'SEDEMA KRÎZÊN LI KURDISTANÊ DEWLETA TIRK E'
Ji ber ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê polîtîkaya aboriyê bi tenê li ser hatineyên petrolê daye rûniştandin û ji bilî vê xwedî projeyeke din nîne, pirsgirêkên îro rû didin. Ji aliyê aboriyê ve, ji roja bi hikûmeta navendî ya Iraqê re pirsgirêk derketiye û vir ve em di nava krîza aboriyê de ne. Hikûmeta navendî ya Iraqê dibêje hikûmeta Başûrê Kurdistanê petrola Kurdistanê difiroşe Û pereyên wê werdigire, lewma ew ê budçeyê nede. Dibêje, 'ya hûnê eşkere bikin petrolê difiroş in kê û çawa difiro in, yan jî ez ê budçeya we nedim'. Hêzên navneteweyî jî biryar dane ku heta têkiliya xwe ya bi Iraqê re sererast neke ew ê alîkariya aboriyê nede herêmê. Bi kurtasî petrol diçe Tirkiyeyê û dewleta Tirk beşeke biçûk a petrola difiroşe dide Başûrê Kurdistanê. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêk û krîzên li Kurdistanê, Tirkiye ye."
'DI MIJARA SERXWEBÛNÊ DE TI PROJEYEKE WAN NÎNE, GELÊ ME DIXAPÎNIN'
Dr. Gulpî bal kişand ser nîqaşên li ser referandûma serxwebûnê û got, "Her partiyeke siyasî ji bo referandûmê tiştekî dibêje. PDK dibêje ez ê referandûmê bikim. Lê belê samîmî nîne. Ji bo serxwebûnê beriya her tiştî xebateke binesaziyê divê. Beriya referandûma serxwebûnê ya li herêma Başûrê Kurdistanê beriya her tiştî divê li herêmê ji aliyê siyasî, aborî û destûra bingehîn ve rewşeke asayî were afirandin. PDK kengî ji aliyê siyasî ve cih lê teng dibe, radibe nirxên neteweyî û serxwebûnê dixe rojevê. Îro li Kurdistanê hejmara mirovên li dijî serxwebûnê ne, gelekî kêm in. Bi qasî ji sedî sed ê gel destekê dide serxwebûnê. Li başûrê Kurdistanê projeyek serxwebûnê ya li ser nîqaş hatiye meşandin, li hev hatiye kirin û hatiye amadekirin, nîne. Ji xwe di nava çend salên dawî de partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê stratejiyeke ewqasî şaş û polîtîkayên şaş meşandin, êdî gel serxwebûna ev hêz îlan bikin jî naxwaze."
Gulpî da zanîn, ku partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê niha ji bo yekîtiya neteweyî naxebitin, ji bo serxwebûnê naxebitin, ev partiyên siyasî ji bo desthilatdariya xwe û berjewendiyên partiyê dixebitin. Gulpî got, "Ji bo gel du mijarên girîng hene; Yek jiyan, du; demokrasî û azadî. Ji bilî vê civak li tiştekî din nafikire."
'YEKANE ÇARESERÎ, MODELA RÊBER APO YE'
Siyasetmedarê Kurd Dr. Faîq Gulpî da xuyakirin, ku weke welatiyekî ji Başûrê Kurdistanê ew di wê baweriyê de ye, paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava hemû beşên civakê yekane sîstema xwedî şensê serketinê ye.