Xebatkarê şaredariyê yê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Xebatkarê Şaredariyê Eyup Ustek ê duh bi şev li taxa Dîcle ya Şirnexê ji ber êrîşa hêzên dewletê ji lingê xwe birîndar bû û ji ber ku demeke dirêj ranekirin nexweşxaneyê gelek xwîn jê çû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li taxa xwerêveberiyê ya Şirnexê Dîcleyê, xebatkarê Şaredariya Şirnexê Eyup Ustek duh bi şev saet di 21:00 de dema ji bo çûyîna mala xizmê xwe ji malê derket, bi guleya hêzên dewleta Tirk ji lingê xwe birîndar bû û ji ber jêçûna zêde ya xwînê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber ku êrîşên hêzên dewleta Tirk piştî birîndarbûnê jî dewam kir, welatiyan demeke dirêj nikarîbûn Ustek li cihê birîndar bûye rakin. Nîvê şevê derfet dîtin û Ustek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Ustek li vir hat emeliyatkirin û li servîsa lezgîn aht ragirtin. Lê belê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.