Gelê Qendîlê ji bo Ocalan meşiya
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li binarên Qendîlê hat şermezarkirin.
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li binarên Qendîlê hat şermezarkirin.
17. salvegera komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî, li gundê Pirdeşale yê Qendîlê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Meşê saet di 14:30 de destpê kir û heta dibistna gund dewam kir. Piştî meşê mesaja Tevgera Azadî hat xwendin. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û hat gotin, "Ji bo tinekirina tevgera azadiyê ya Kurd PKK'ê, hêzên navneteweyî di 15'ê Sibatê de Rêber Apo dîl girtin. Lê belê bi têkoşîna 17 salan a Rêber Apo ya li Îmraliyê, bi têkoşîna şoreşgerÎ ya gelê Kurd û bi keda şehîdên leheng re ev komplo hatiye pûçkirin."
'EM DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANA LI BAKUR'
Di dewama daxuyaniya Tevgera Azadî de bal hat kişandin ser şerê topyekûn ê dewleta Tirk a mêtînger li hemberî gelê Kurd dimeşîne û hat gotin, "Li Kurdistanê gund û bajar şewitandin. Jin, zarok, extiyar Kurd qetil kirin. Divê ji niha û pê ve em dest bidin hev, têkoşînê xurt bikin, destekê bidin YPS'ê û AKP-Erdogan têk bibin."
Li ser navê ciwanan jî Meşal Şêx di çalakiyê de axivî û li dijî hêzên komploger soza xurtkirina têkoşînê da. Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen jî got, "Komplo ne li hemberî kesekî, li hemberî gelekî hat kirin. Rêbertî li girava Îmraliyê komplo pûç kir. Rêya ronahiyê, rêya xwerêvebirinê nîşanî gelê Kurd da."
Piştî çalakiyê koma zarokan Koma Sonya, helbestên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bakur, Başûr, Rojhilat Apo Serokê welat" û "Em gelê Başûrî destekê didin gelê Bakur" bi dawî bû.