Bûyerên li Taxa Gaziyê vegeriya şerê bi çekan

Şerên li Taxa Gaziyê hat despêkirin hê dijwartir bû. Di şerê ku çek hatin bikaranîn de heta niha 2 kes birîndar bûn.

Şerên li Taxa Gaziyê hat despêkirin hê dijwartir bû. Di şerê ku çek hatin bikaranîn de heta niha 2 kes birîndar bûn.

Destwerdana polîsên Tirk  û şerê  li dijî welatiyê ku li Taxa Gaziyê ji bo şermezarkirina 17. Salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û protestokirina êrîş û dorpêça ji aliyê hêzên dewleta Tirk a li ser bajarên Kurdistanê kom bûn berdewam dike. Welatiyên ku li Mala Cemê ya Gaziyê kom bûn ji aliyê hêzên polîsên Tirk ve hatine dorpêçkirin û bûyerên ku dema xwestin bimeşin derketin, di saetên şevê de hê zêdetir dijwar û mezin bûn.

Şerên ku li ser rêya Îsmetpaşayê dijwar bû vegeriya bikaranîna çekan.

Di şerên ku rû dayî de heta niha navê 2 ciwanên ku nehatin zanîn, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin birîndarkirin.
Ciwanên ku birîndar bûn demek dirêj li ser rê li benda ambûlansê man.  Polîsên Tirk rê neda ku ti kes  alîkarî bidin birîndaran, dîsa rê neda ku ambûlans birîndaran rakin nexweşxaneyê.

Piştî demek dirêj birîndarên li erdê man, ji aliyê welatiyan ve hatin rakirin. Nayê zanîn ku birîndar birin kû derê, şerên li taxê hê jî didomin.