Artêşa Tirk bombeyan li Til Rifatê dibarîne
Artêşa Tirk bi obus û topan li bajarokê Til Rifat û gundên ser bi navenda Efrînê dixe.
Artêşa Tirk bi obus û topan li bajarokê Til Rifat û gundên ser bi navenda Efrînê dixe.
Piştî ku bajarokê stratejîk Til Rifat duh êvarê ji aliyê şervanên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) ve hat azadkirin, artêşa Tirk bi hawan û topan êrîşî bajarokê Til Rifat, gundên Meryemîn, Kefer Antewan, Merehaz, Elqemiyê, Malikiyê û Minihê kir. Topbaran didome.