Gizing Rêbîn: Bêrîvan dayikek şoreşger û qehreman bû
Endama Meclîsa PJAK'ê Gizing Rêbîn, endama meclîsa partiyê Bêrîvan Hjar û her du hevalên pê re di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de roja 4'ê Sibatê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Erka me pêkanîna hêvî û arezûya şehîdan e."
ANF
QENDÎL
sêşem, 16 reşemiyê 2016, 08:00
Sê gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê Bêrîvan Hejar, Hêja û Şiyar Wan di 4’ê Sibata 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên balafirên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Hêja û Şiyar Wan gerîlayên KODAR’ê û Bêrîvan Hejar jî endama Meclîsa Pariya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bû. Endama Meclîsa PJAK'ê Gizing Rêbîn endama meclîsa PJAK Bêrîvan Hejar û her du gerîlayên KODAR'ê Hêja û Şiyar bibîr anî û sersaxî ji gelê Kurd û malbatên cangoriyan re xwest.
Gizing Rêbîn bi vê boneyê ji ANF'ê re axivî û got, "Di qonaxeke gelê Kurd her roj şehîd didin de tenê sersaxî xwestin têrê nake, divê çeka şehîdan were rakirin. Şehadeta her sê hevalên me ji bo me giran û bi êş bû. Van hevalan erkên me zêdetir kirin. Çiqas bi êş jî be ewçend jî serbilindin ku xwedî hevrêyên wiha hêja ne. Ev şehîd xeta me diyar dikin û rêya me ronî dikin. Şehîd hemû arezû û hêviyên xwe ji bo me hiştin ku em pêk bînin. Zêde nejiyan, ji bo em bijîn. Xwe fedakirin ku ev gel rojeke bi şadî bijî."
Gizing Rêbîn bal kişand ser taybetmendiya her sê cangoriyan û got "Di kesayeta her sê hevrêyan de ruhê neteweyî berbiçav bû. Heval Şiyar ji Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê bû, berê xwe dabû nava refên azadiya Rojhilatê Kurdistanê, li gelek qadên çiyayên Rojhilatê Kurdistanê ma û bi awayekî çalak beşdarî xebatan bû. Bi ruhekî ciwan û geş di her aliyekî de xwe tevlî xebatên gel û parastinê li Rojhilatê Kurdistanê kir. Heval Hêja jî şervanê salekî bû. Aliyekî xwe ji Silêmanî aliyekî xwe jî Merîwanê bû. Di her sê hevalan de careke din ruhê neteweî xwe derxistiye pêş."
Rêbîn diyar kir ku Bêrîvan Hejar yek ji pêşengên Rojhilatê Kurdistanê bû wiha qala wê kir: "Heval Bêrîvan ji roja beşdar bû heya roja ku şehîd ket, bi awayekî fedayane û herî çalak beşdarî xebatên tekoşînê bû. Heval Bêrîvan dayik bû û kurekî xwe di nava refên azadiyê de heye. Dayikek şoreşger û qehreman bû. Gelek caran dayik ji bo zarokên wan beşdarî tekoşînê nebin hewl didin û zarokên xwe ji têkoşîna azadiyê dûr dixin. Lê, heval Bêrîvan dayikeke mînak bû ku li pey beşdarbûna kurê xwe, tevli nava refên şoreşê bû. Heval Bêrîvan da nîşandan ku eger jinek zewicî be, zarokên xwe jî hebe dikare bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bibe û heta çek hilgire û welatê xwe jî biparêze."
Rêbîn diyar kir ku divê hemû dayik û jinên Kurd kesayet û sekna Bêrîvan a mînak esas bigirin û wiha berdewam kir "Heval Bêrîvan dayikeke şoreşger a mînak bu. Hem dayika gerîla bû hem bi xwe jî gerîla bû. Em nabêjin bila dayikên me hemû derkevin çiyê, lê gelek kar hene ku dikarin li her cihekî lê dimînin dikarin bikin. Bi her awayî beşdarî tekoşînê bûyîn û li dijî dijmin têkoşîn jî xwedîderketina herî rast li bîranîna şehîdan e. Divê dayikên me kesayeta heval Bêrîvan ji xwe re mînak bigirin."
'DIVÊ HER CIWANEKÎ KURD BIBE ŞIYAREK'
Rêbîn bal kişand ser kesayetê Şiyar Wan û wiha got "Heval Şiyar hemû sînorên di welat de ji aliyê dijmin ve hatine rêsandin rûxand û berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê. Her wisa temenê xwe yê ciwan fedayê gel kir. Şeş sal li nava refên azadiyê yên Rojhilatê Kurdistanê li qadên herî zehmet têkoşiya. Li Merîwan, Kosalan, Sine û Hewramanê ma û gelê Rojhilatê Kurdistanê heval Şiyar nas dike. Divê ruhê ciwan ê heval Şiyar her timî li Rojhilatê Kurdistanê zindî û geş be. Divê her ciwaneke/î Kurd bibe Şiyarek. Çawa heval Şiyar ji Bakurê welat berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê divê ciwanên Rojhilat jî bi heman awayî hem bi awayekî çalak beşdarî xebatên Rojhilatê Kurdistanê bibin hem jî di serî de berê xwe bidin şoreşa Bakur û bi giştî jî ya beşên din yên Kurdistanê."
'HÊJA WEKE NAVÊ XWE HÊJA BÛ'
Rêbîn diyar kir ku Hêja şervanekî zêde kevin nebû û wiha berdewam kir "Heval Hêja weke navê xwe bû. Salek berê beşdar bûbû û di germahiya şoreşê de cih girt. Xweziya heval Hêja û gelek hevalên wekî wê zêdetir tama gerîlatiyê kiriba, zêdetir naskiriba, zêdetir di nava refên azadiyê de jiyabûya. Şehadeta hevalek weke heval Hêja bi rastî jî ji bo me giran bû."
'ERKA ME PÊKANÎNA HÊVÎ Û AREZÛYA ŞEHÎDAN E'
Rêbîn di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li bîranîna cangoriyan kir û got "Şehîdên me di berdêla dayîna canê xwe de erka xwe pêkanîn. Divê em jî çeka têkoşînê ya van şehîdan li erdê nehêlin û li cihê ku hiştine de rêya wan dewam bikin. Dema ev heval şehîd bûn çavê wan li pişt wan de nema ji ber baweriya wan bi gelê wan heye ku wê berdewamkarê rêya wan a azadiyê bin û çeka wan li erdê nehêlin. Xwedîderketina li bîranîna şehîdan erkê gelê Kurd ê neteweyî ye. Di serî de gelê me yê Rojhilat ê heval Bêrîvan, Hêja û Şiyar nas dike erkên wan ê xwedîderketina li bîranîna van şehîdan du qat dibe. Weke gerîlayên Kurd jî heya em hêvî û arezûya van şehîdan pêk neyênin, pergala Rêbertî li Kurdistanê nedin rûniştandin, aştiyeke mayînde ji bo Kurdistanê neyênin û Rêbertiya xwe ji nava çar dîwaran azad nekin, wê rawestan ji me re nebe û wê tekoşîn di asta herî jor de bidome."