Li Şêxmeqsûdê bi dehan çete hatin kuştin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, serçeteyekî bi navê Ebû Ubeyd ê El Nûsra jî di nav de bi dehan çete hatin kuştin.

Di navbera şervanên Ceyş El-Siwar ku di bin sîwaneya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cih digirin û Odeya Çalakiyên Helebê "El-Nusra, Nûreddîn El-Zenkî, Kombûna Feqtesim Kema Emert, Koma 101m Koma Yekemîn, Koma 16’an, Lîwaa Suqûr Cebel, Lîwaa El-Muntesir Bîllah, Lîwaa Sultan Murad û hwd" de li çerxerêya El-Cendûl a li rojhilatê taxa Şêxmûqsûd û çerxerêya Kastîlo şer qewimî. Şer saet di saet 00.00 de destpê kir.

Di vî şerî de serçeteyê El-Nûsrayê yê bi navê Ebû Ubeyd jî di nav de bi dehan çeteya hatin kuştin.