Êrîşên çeteyan û şer dewam dikin
Êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, roja 14'ê Sibatê saet di navbera 12:00-13:00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî rojhilatê bendava Tişrînê ya ser bi Kobanê kirin. YPG'ê da xuyakirin, ku heman rojê saet di 14:30 de jî komên çete ji kozikên li Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî gundê Borêz ê li başûrrojavayê Kobanê kirin.
Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Roja 14'ê Sibatê saet di navbera 09:00-10:00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser başûrê bajarokê Eyn Îsa."
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"14'ê Sibatê hêzên me li hemberî çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên li bakurê Helebê operasyonek dan destpêkirin. Di vê operasyona li derdora febrîqeya Şikeyfê de, bi qasî hatiye tespîtkirin çeteyek hatiye kuştin.
15'ê Sibatê saet di 07:00 de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ji derdora pira Qereqozax a li başûrrojavayê Kobanê êrîş bikin. Bi destwerdana hêzên me re li vê derê şerekî dijwar qewimî. Şer heta saet 12:00 dewam kir û çete ji herêmê hatin derxistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin.
16'ê Sibatê (îro) saet di 01:00 de çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam êrîşî herêmên Seken Şikeyf û Mesbeh ên li bakurê Helebê kirin. Şerê ji ber êrîşa çeteyan destpê kir, dewam dike."