Gundê Kefer Nasih ê Til Rifetê hat azadkirin
Şervanên Ceyş el Siwar, gundê Kefer Nasih ê li başûrê bajarokê Til Rifetê ye, ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên Ceyş el Siwar, gundê Kefer Nasih ê li başûrê bajarokê Til Rifetê ye, ji çeteyan paqij kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şervanên Ceyş el Siwar ên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cih digirin, gundê Kefer Nasih ê li başûrê bajarokê Til Rifetê duh bi şev ji çeteyên El Nûsra û El Şam rizgar kirin.
Piştî şerekî dijwar, şervanên Ceyş el Siwar, gundê Nasih ji çeteyan paqij kirin.