KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Çalakiya sabotajê ya li ser rêya Amed-Çewlikê hişyariyek e’
HPG’ê diyar kir ku çalakiya sabotajê ya li navbera Amed-Çewlikê hişyarik e. -
Şervanên HSD’ê rêya di navbera Mûsil û Şedadê kontrol kirin
Operarasyona Şedadê ya bi şîara Hêrsa Xabûrê hat destpêkirin berdewam dike. Şervanên HSD’ê rêya di navbera Mûsil û Sedadê kontrol kirin. -
Li Hezexê herî kêm 2 tîmên taybet hatin kuştin
Li Hezexê di şer de leşkerekî bi giranî birîndarbûyî û polîsekî tîmên taybet mir. -
Li Hezexê teqîneke dijwar rû da
Li Hezexê, ku êrîş li ser giran e, teqîneke dijwar rû da. Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 3 polîsên tevgera taybet ên Tirk birîndar bûn. Piştî teqînê şer derket. -
2 cenazeyên din hatin teşxîskirin
Cenazeyên Fatma Demîr û Bariş Gasîr ê li Cizîrê hatin qetilkirin jî hatin teşxîskirin. -
Balafirên şer ên Tirk di ser Sûrê re ji nizm ve difirin
Di ser navçeya Amed Sûrê re, ku 79 roj in dorpêçî û terora dewletê lê bênavber didome, balafirên şer ên Tirk saet di 14:53'an de ji nizm ve firiyan. -
Operasyona rizgarkirina Şedadê destpê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo rizgarkirina herêma Şedadê ku yek ji navendeke stratejîk a çeteyên DAIŞ'ê ye, bi navê "Hêrsa Xabûrê" dest bi operasyonê kirin. -
Arvas ji aliyê bi hezaran kesî ve li Wanê hat oxirkirin
Adem Arvas ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin. -
Topbarana li hemberî Sûrê dewam dike
Li navçeya Amed Sûrê, serê her deqeyê 3 top li avahiyên bi qasî 200 sivîl li jêrzemînên wan asê mane, tên barandin. -
Nasnameyên 8 şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
YPG'ê nasnameyên 8 şervanên xwe yên di berxwedana destanî ya li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
13 cenazeyên teşxîsa wan nehatin kirin wê bên veşartin
13 cenazeyên li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ne, ku li Cizîrê di demên cuda de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, ji ber dema ragirtinê tijî dibe tê payîn sibe li goristana bêkesan bên veşartin. -
Çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsê êrîşî gundên Kobanê dikin
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê, êrîşî gundên Kobanê yên li dora çemê Firatê dikin. -
DBP'ê ji bo Sûrê bang kir: Em destûrê nedin komkujiyê
DBP'ê bal kişand ser rîska komkujiyeke gengaz li Sûrê û banga gelê Kurd û raya giştî kir. -
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk dewam dikin
Ji bejahî û hewayî ve bomberdûmana qadên gerîla ji aliyê artêşa Tirk ve didome. -
Cenazeyê Edîn ê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin nayê dîtin
Malbata Edîn, ku cenazeyê kurê xwe Mehmet Edîn ê li Cizîrê hat qetilkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê teşxîs kir, nabîne. Ji bo wergirtina cenaze, malbatê serî li dozgeriyê da. -
Sûr kirin xirbe, niha jî hewl didin şopên hovîtiya xwe jê bibin
Li Sûrê tevî dorpêçî û êrîşan, hêzên dewletê bi dehan avahiyên tescîlkirî yên bîra dîrokî ne tine dikin û bi qemyonan bermayiyên wan ji navçeyê derxistin. Dewlet dixwaze komkujî û şopên êrîşan ên li navçeyê ji holê rakirin. -
Dewleta Tirk xaniyên dîrokî yên Suryaniyan ên li Hezexê xera dike
Li taxa Suryanî ya Hezexê, hêzên dewleta Tirk ên diavêjin ser malan, deriyên girtî diteqînin û dişikînin. Li mala wekîlê HDP'yî Encu lê ye, lêgerîn hat kirin. -
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê şer dewam dike
Li xaçerêya Benî Zêd a taxa Eşrefiyê ya Helebê, di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam de şer diqewime. -
Heyva Sor berpirsyariya tedawiya Lîsa Çalan girt ser xwe
Heyva Sor a Kurdistanê, berpirsyariya tedawiya sînemavan Lîsa Çalan a di êrîşa bombeyî ya li Amedê de her du lingên wê jê bûn, girt ser xwe. -
Li Cizîrê cenazeyekî din hat dîtin
Li taxa Cûdî ya Şirnexê, li kolana jêrzemîna wehşetê ya duyemîn lê ye, cenazeyê jinekê hat dîtin. -
YPG: Ti eleqeya me bi êrîşa li Enqereyê re nîne
Fermandariya YPG'ê da xuyakirin, ku ti eleqeya wan bi êrîşê re nîne û diyar kir, Davûtoglû ji bo êrîşî Sûriye û Rojava bike dixwaze bingehê amade bike. -
Li başûrrojavayê Holê şer giran e
Li başûrrojavayê Holê, di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. -
Deriyê sînor ê Murşîtpinarê hat girtin
Dewleta Tirk, deriyê sînor ê Murşîtpinarê li derbasbûna nexweş, birîndar û alîkariya însanî girt. -
Cenazeyek ji Sûrê rakirin nexweşxaneyê
Cenazeyê Casîm Kaya ê duh bi şev li nêzî Minareya Çarling a Sûrê hat rakirin, birin nexweşxaneyê. -
Ji jêrzemînên wehşetê 13 cenazeyên din hatin derxistin
Ji jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê, duh 13 cenazeyên din ahtin derxistin. Cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya demî ya li Silopiyayê.