DBP'ê ji bo Sûrê bang kir: Em destûrê nedin komkujiyê

DBP'ê bal kişand ser rîska komkujiyeke gengaz li Sûrê û banga gelê Kurd û raya giştî kir.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), li ser hewldanên AKP'ê yên piştî Cizîrê dixwaze li Sûrê komkujiyê bike, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji ber êrîşên hovane yên hikûmeta AKP'ê li jêrzemînên li Cizîrê jin, zarok, temamiya wan mirovên sivîl zêdeyî 200 mirov hatine qetilkirin û hişyarî hat dayîn, ku niha jî hewl tê dayîn komkujiyek bi heman rengî li Sûrê were kirin.

'LI DIJÎ KOMKUJIYAN BANGA ÇALAKIYAN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Korîdora însanî ya li Cizîrê ji ber astengiyên hêzên dewlet û hikûmetê nehat vekirin, ji bo pêşîgirtina li komkujiyeke gengaz a li Sûrê divê ji sedî sed were vekirin. Ji bo vê jî divê gelê me, hemû saziyên me yên rêxistinbûyî û raya giştî ya demokratîk, li hemberî polîtîkaya şerê kirêt ê AKP û dewletê derkevin û bi her awayî çalakiyên demokratîk lidar bixin, ku pêşî li komkujiyeke nû bigirin. Divê gelê me zanibe ku ji bo pêşeroja gelê Kurd em di rojên krîtîk û dîrokî re derbas dibin. Divê destûr neyê dayîn komkujiyeke wehşî ya mîna li Cizîrê, li Sûrê bê kirin.

Em careke din bang li gelê xwe û hemû gelên Tirkiyeyê dikin, ku li dijî polîtîkayên dewletê yên qetlîamker, bi hev re têbikoşin."