Li Cizîrê cenazeyekî din hat dîtin
Li taxa Cûdî ya Şirnexê, li kolana jêrzemîna wehşetê ya duyemîn lê ye, cenazeyê jinekê hat dîtin.
Li taxa Cûdî ya Şirnexê, li kolana jêrzemîna wehşetê ya duyemîn lê ye, cenazeyê jinekê hat dîtin.
Li taxa Cûdî ya Şirnexê, li kolana Narîn a jêrzemîna wehşetê ya duyemîn lê ye, cenazeyê jinekê hat dîtin. Li taxa ku hînê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, polîsên Tirk ji bo rakirina cenaze bang li ambûlansa Şaredariya Cizîrê kirin. Ambûlansa Şaredariyê cenaze rakir û bir Nexweşxaneya Dewletê ya li navçeyê.