Topbarana li hemberî Sûrê dewam dike

Li navçeya Amed Sûrê, serê her deqeyê 3 top li avahiyên bi qasî 200 sivîl li jêrzemînên wan asê mane, tên barandin.

Dorpêçî û terorra dewleta Tirk a li hemberî navçeya Amed Sûrê, di roja 79. de ye. Hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi tank û topan dijwartir kirin. Ji danê sibehê ve dû ji ser navçeyê bilind dibe.

Taxên ku bi qasî 200 sivîl li jêrzemînên li hin avahiyan asê mane, bê navber ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên bombekirin. Hat ragihandin ku di nava 42 deqeyan de 100 top li hemberî van taxan hatin barandin. Car carna serê her deqeyê 3 top tên avêtin û dengê çekan tê bihîstin. Di heman demê de helîkopterên çekdarên Tirk li ser ezmanê navçeyê digerin.