Cenazeyê Edîn ê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin nayê dîtin

Malbata Edîn, ku cenazeyê kurê xwe Mehmet Edîn ê li Cizîrê hat qetilkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê teşxîs kir, nabîne. Ji bo wergirtina cenaze, malbatê serî li dozgeriyê da.

Ji mirovên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê hatin qetilkirin, cenazeyên 13 ji wan beriya du rojan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Edîn cenazeyê kurê xwe Mehmet Edîn teşxîs kir. Ji bo wergirtina cenaze malbat duh çû nexweşxaneyê, jê re hat ragihandin ku cenaze ber bi Cizîrê ve hatiye şandin. Malbata çû Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, lê li vir jî cenazeyê xwe nedît.

Li ser daxwaza malbatê Şaxê ÎHD'ê yê Şirnexê serî li Dozgeriya Komarê ya Şirnexê da û xwest cihê cenaze bê tespîtkirin.