2 cenazeyên din hatin teşxîskirin

Cenazeyên Fatma Demîr û Bariş Gasîr ê li Cizîrê hatin qetilkirin jî hatin teşxîskirin.

Cenazeyên Fatma Demîr û Bariş Gasîr ê ji cenazeyên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin qetilkirin û anîn Rihayê, ji aliyê malbatan hatin teşxîskirin.

Malbatan cenazeyên zarokên xwe yên li morga Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan teşhîs kirin, piştî kar û barên îdarî wê cenazeyan wergirin.

Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Demîr li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, yê Gasîr jî li navçeya Cizîr a Şirnexê bên defnkirin.

Bi teşxîskirina cenazeyên Demîr û Gasîr ve, li Nexweşxaneya Mehmet Akfî Înan 10, li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol 6, li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwerekê jî 4 cenaze mane.