Dewleta Tirk xaniyên dîrokî yên Suryaniyan ên li Hezexê xera dike

Li taxa Suryanî ya Hezexê, hêzên dewleta Tirk ên diavêjin ser malan, deriyên girtî diteqînin û dişikînin. Li mala wekîlê HDP'yî Encu lê ye, lêgerîn hat kirin.

Li navçeya Şirnexê Hezexê, ku êrîşên qirkirinê lê didome, hêzên dewletê diavêjin ser taxên Suryaniyan. Li van malan kes nîne. Tevî vê yekê jî hêzên dewleta Tirk deriyan dişikînin, yên nikare bişikînin jî bi teqemeniyan diteqînin. Hat ragihandin ku hêzên dewletê zerareke mezin dane van malên dîrokî.

Hêzên dewleta Tirk her wiha mala wekîlê HDP'yî Ferhat Encu û heşaredarên Hezexê lê ne, lêgerîn kirin.