‘Çalakiya sabotajê ya li ser rêya Amed-Çewlikê hişyariyek e’
HPG’ê diyar kir ku çalakiya sabotajê ya li navbera Amed-Çewlikê hişyarik e.
HPG’ê diyar kir ku çalakiya sabotajê ya li navbera Amed-Çewlikê hişyarik e.
HPG’ê diyar kir ku çalakiya sabotajê ya li navbera Amed-Çewlikê hişyarik e.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku çalakiya sabotajê ya li navbera Amed-Çewlikê ji aliyê hêzên gerîla hat lidarxistin hişyariyek e. HPG’ê wiha got: “Çalakiya sabotajê ya ji aliyê hêzên gerîlayên me li navbera Amed-Çewlikê îro (18’ê Sibatê) hat lidarxistin ji bo bersivdayina êrîşên operasyonel û qetlîamên li ser Cizîr, Sûr û Hezexê yên li ser gelê me hatiye lidarxistin. Ev çalakiya ji aliyê hêzên me hat lidarxistin, hişyariyek cîdî ye. Têkîldarî çalakiyê detay wê sibehê bi raya giştî re bê parvekirin.
TÊKÎLDARÎ ENCAMÊN BOMBERDÛMANÊ NÛÇEYÊN TÊN SERWÎSKIRIN BÊ ELEQE NE
Her wiha artêşa Tirk êvara 17’ê Sibatê saet 20.30-23.00’an li ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman pêk aniye. Têkîldarî encamên vê bomberdûmanê de nûçeyên wek 70 windahiyên me hene û di nav de rêveber hene tên nîşandan. Ev nûçe ti têkîliyên xwe bi rastiyê re tinene. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyên met inene.”
Di çalakiya li nêzî taxa Alîbardak a girêdayî navçeya navendî ya Sûrê ya 45 kîlometreyan dûrî rêya Amed-Çewlikê ye, li gor hejmarên fermî yên dewleta Tirk dane, 8 leşker hatine kuştin.