Arvas ji aliyê bi hezaran kesî ve li Wanê hat oxirkirin

Adem Arvas ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Adem Arvas (Gabar Darînîs) ê li Cizîrê di êrîşên hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmeke girseyî hat defnkirin.

Di merasîma cenaze de Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Caziye Dûman, Okkeş Kawa, Parlamentera HDP'ê Tûgba Hezer, rêveberên MEYA-DER'ê û bi hezaran welatî amade bûn. Girseya gel a li pêşiya taxa Sîpanê ji wesayîtan peya bû, darbesta Arvas a bi ala PKK'ê hat pêçandin, hilgirt ser milan û dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd namirin", "Kujer Erdogan" qîriya.

Girseya gel bi bilindkirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Arvas û alên HPG û PKK'ê dest bi meşê kir. Cenazeyê Arvas li berg ora hevalê wî yê zarokatiyê Mesût Karşîn (Rustem Darînîs) û Abdulselam Tûrgût ên mîna wî li Cizîrê hatibû qetilkirin, hat veşartin. 

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Hezer piştî veşartina cenaze axivî û anî ziman, ku Kurd bi sedan salan e ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Hezer bal kişand ser komkujiya li Cizîrê ya ji aliyê dewletê ve hat kirin û destnîşan kir, ku Kurd wê bi komkujî û girtinan re ji têkoşîna xwe ya maf û rûmetê venegerin.

'KURDÊN DESTEKÊ DIDIN AKP'Ê JÎ BERPIRSYAR IN'

Xalê Arvas Bedrî Aktaş li vir peyivî û da zanîn, ku dewlet ji bo tinekirina Kurdan serî li her zilm û zordariyê dide. Aktaş got, "Ez ji Kurdên destekê didin AKP'ê re dibêjim; ji şehîdxistina ciwanên me bi qasî AKP'ê hûn jî berpirsyar in."

Girseya gel piştre çû binê konê sersaxiyê yê li taxê hat vedan û ji malbatê re sersaxî xwest.

...