Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo rizgarkirina herêma Şedadê ku yek ji navendeke stratejîk a çeteyên DAIŞ'ê ye, bi navê "Hêrsa Xabûrê" dest bi operasyonê kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 18 reşemiyê 2016, 14:09
Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) li ser daxwaza şêniyên herêma Şedadê ya li başûrê Hesekê, bi armanca rizgarkirina herêmê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi navê “Hêrsa Xabûrê” operasyon da destpêkirin.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan li hemberî herêma Şedadê ku niha di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de operasyonek daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyon li ser daxwaza gelê herêmê hatiye destpêkirin û navê "Hêrsa Xabûrê" lê hatiye kirin.
Daxuyaniya Fermandariya HSD’ê wiha ye:
"Wekî berdewamkirina operasyona ku HSD’ê ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ji komên çeteyan dabû destpêkirin, bi beşdarbûna hemû hêzên çekdar ên pêkhateyên HSD’ê, hêzên Asayîşê, Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Cewherî (HPC), li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi awayekî kordîneyî, operasyona rizgarkirina herêma Şedadê ya li başûrê Hesekê di şeva 16’ê Sibata 2016’an de, bi navê 'Hêrsa Xabûrê' hatiye destpêkirin.
Wekî tê zanîn herêma Şedadê yek ji navendên stratejîk ên leşkerî yên çeteyên DAIŞ’ê ye. Êrîşên xwe yên hovane ku bêyî cudabûn, li ser hemû pêkhateyên herêma Cizîrê pêk di anîn, ji vir dikirin. Vê rêxistina terorê ji vê navendê êrîşî herêmên Til Koçer, Til Hemîs, Serêkaniyê û herêmên din dikirin. Dagirkirina van herêman ji xwe re helal dikir. Her wiha êrîşên xwe yên talankirina gundên Asûriyan ên li qeraxên Xabûrê û revandina welatiyên Asûrî yên sivîl ji Şedadê rêxistin kirin. Lewma armanca sereke ya hemleya 'Hêrsa Xabûrê' li herêma Cizîrê bi giştî tinekirina hebûn vê rêxistina terorê û xilaskirina hemû pêkhateyên Cizîrê ji pêkanînên hovane yên çeteyan e. Dîsa ji bo Cizîra Hêja pêkanîna rewşeke ewlehiyê armanca hemleyê ye.
Em dixwazin teqez bikin ku hemleya 'Hêrsa Xabûrê' armanceke xwe ya mirovî û exlaqî heye. Ew jî li hemberî pêkanînên ku çeteyan li dijî keçik û zarokên me yên Êzidî kirine û bajarê Şedadê veguherandibûn sûka bazara firotina wan, cezakirina DAIŞ’a terorîst e.
Em soz didin gelê xwe yê Êzidî ku em ê ji her destekî ku dirêjî keçik û zarokên me bûne û hemû kesên ku tiliya wan di van karên qirêj de heye hesap bipirsin.
Ji gelê me yê Şedadê re: Hêzên HSD’ê li ser daxwaza we tên ku we ji terorîstên DAIŞ’ê xilas bikin. Ji bo vê yekê di warê derxistina çeteyan a ji vê herêmê de alîkarî û piştgiriyê bidin şervanên HSD’ê û cihê çeteyan ji wan re bêjin. Em bang li we dikin ku hûn tevlî hêzên me bibin û dema em gihîştin we, li gel hêzên me tevlî şer bibin. Em ji gelê Şedadê dixwazin ji bo ku di nava ewlehiyê de bibînin, dûrî navendên terorîstan bisekinin. Ji ber ku ew navend hedefên hêzên me û balafirên hêzên koalîsyonê ne.
Di dawiyê de em careke din ji hemû gelên xwe re dubare dikin ku hêzên HSD’ê wekî ku we nas kiriye, qê helwesta we ya parastina pêkhateyan bidomîne. Em ê şerê xwe yê li hemberî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê û hemû hêzên ku ewlekariya we hedef digirin, heta ku tevahiya xaka welatê Suriyeyê tê paqijkirin, bidomînin."