Li taxa Eşrefiyê ya Helebê şer dewam dike
Li xaçerêya Benî Zêd a taxa Eşrefiyê ya Helebê, di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam de şer diqewime.
Li xaçerêya Benî Zêd a taxa Eşrefiyê ya Helebê, di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam de şer diqewime.
Li xaçerêya Benî Zêd a taxa Eşrefiyê ya Helebê, di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam de ji duh bi şev û vir ve şer diqewime.
Ji aliyekî din ve jî topbarana çeteyên El-Nûsra û Ehrar el-Şam a li ser taxa Şêxmeqsûd jî ev sê roj in dewam dike. Çete ji çarxerêya Cendûl a rojava û çarxerêya Kastêlo a bakurê taxê, taxê topbaran dikin.
Di encama topbarana çeteyan de, 9 sivîl birîndar bûn û her wiha ziyanên madî yên mezin jî gihiştin mal û milkên welatiyan.