Cenazeyek ji Sûrê rakirin nexweşxaneyê

Cenazeyê Casîm Kaya ê duh bi şev li nêzî Minareya Çarling a Sûrê hat rakirin, birin nexweşxaneyê.

Li navçeya Sûrê ya Amedê, dorpêç û êrîşên qirkirinê di roja 79. de didomin. Duh bi şev polîsan cenazeyek rakir nexweşxanê. Hate zanîn ku cenaze yê ciwanê bi navê Casîm Kaya (26) ye û li nêzî Minareya Çarling hatiye wergirtin. Cenaze rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî der barê mijarê de bi rayedarên emniyetê re axivî û ev rewş piştrast kir. 

Hate zanîn ku Kaya ji navçeya Kaxizman a Qersê ye. Cenazeyê Kaya li morgê ye.