Sûr kirin xirbe, niha jî hewl didin şopên hovîtiya xwe jê bibin

Li Sûrê tevî dorpêçî û êrîşan, hêzên dewletê bi dehan avahiyên tescîlkirî yên bîra dîrokî ne tine dikin û bi qemyonan bermayiyên wan ji navçeyê derxistin. Dewlet dixwaze komkujî û şopên êrîşan ên li navçeyê ji holê rakirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê dorpêçkirin û êrîşên hêzên dewletê di roja 79'emîn de ye û ev ji du meh û nîvan zêdetire ku navçe bi temamî kavil bûye. Hat diyarkirin ku li navçeyê di êrîşên hêzên dewletê de bi dehan avahiyên dîrokî hilweşiyane û dewlet hewl dide vî dîmenî û şopên komkujiyê winda bike. Li navçeyê, dêr û mizgeftên dîrokî jî tê de gelek avahî hilweşiyane, bi periyotên diyarkirî bi refeqata wesayîtên zirxî qamyonan dişînin navçeyê û qamyon kavilk û karesatên navçeyê vediguhezînin. 

Ji destpêka êrîşan heta niha Kolana Fîskayayê ya ji derbasbûyîna wesayîtên sivîl re qedexe bû, niha di ser vê bi kolanê de bi dehan qamyonên damperî derbasî navçeyê dibin û kavilkên aîdî avahiyên li navçeyê diguhezînin û li herêmeke derveyî bajêr vala dikin. Her wiha temamiya qamyonan bê plake û nayê diyarkirin ku aîdê kîjan saziyê ne. Ev jî îxtimala ku li navçeyê bi awayekî nepen hin tişt tên kirin dixe bîra mirov. 

Ev rewşa di nav hefteyê de çend caran dubare bû, li bajêr nîqaşên veguherîna bajêr piştrast dike. Piştî êrîşên li navçeyê di baregeha projeya veguherîna bajêr de dixwazin bi lez û bez taxan birûxînin û plana avakirina 4 hezar avahiyan têxin dewrê. Her wiha hat zanîn ku di sala 2009'an de plana veguherîna bajêr a li navçeyê ji aliyê niştecihên taxê ve nehatibû pejirandin.

DIXWAZIN BÎRA DÎROKÎ JI HOLÊ RAKIN

Li navçeya ku bi dehan qamyonan kavilk û karesatên avahiyan tên veguhastin mizgeft, dêr, xan, mal, muze û hemam bi giştî 683 heyînên çandî lê hene. Navçeya ku sala çûyî ketibû Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê, bi meha ye ji aliyê hêzên dewletê ve rastî êrîşên bi tank û topan tê û di van êrîşan de ev avahî wek hedef tên girtin û bi van êrîşan hat diyarkirin ku dixwazin bîra dîrokî ji holê rakin.