Li Hezexê teqîneke dijwar rû da
Li Hezexê, ku êrîş li ser giran e, teqîneke dijwar rû da. Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 3 polîsên tevgera taybet ên Tirk birîndar bûn. Piştî teqînê şer derket.
Li Hezexê, ku êrîş li ser giran e, teqîneke dijwar rû da. Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 3 polîsên tevgera taybet ên Tirk birîndar bûn. Piştî teqînê şer derket.
Li navçeya Şirnex Hezexê, êrîşên di bin navê 'qedexeya derketina derve' re hatin destpêkirin, dewam dikin. Li cihekî nêzî sûkê, ku bend lê nîne danê nîvro teqîneke dijwar rû da.
Piştî teqînê demeke dirêj dengê ambûlansan hat bihîstin. Li gorî agahiyan, di teqînê de herî kêm 3 polîsên tevgera taybet bi giranî birîndar bûn.
Li aliyê din, li taxên bend lê nînin serdegirtinên malan ji danê sibehê ve didomin. Hêzên dewleta Tirk her wiha bi top û maşînên zirxî taxên Yenî Mahalle û Tûrgût Ozal bomberdûman dikin.