Çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsê êrîşî gundên Kobanê dikin
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê, êrîşî gundên Kobanê yên li dora çemê Firatê dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablûsê, êrîşî gundên Kobanê yên li dora çemê Firatê dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên demeke dirêj e bajarê Cerablûsê dagir kirine, êrîşên xwe yên li hemberî gundên Kobanê yên li qiraxa Çemê Firatê ne, zêde kirin.
GELEK ÇETE HATIN KUŞTIN
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi rojane hewl didin xwe berdin herêma Şêxler a Kobanê, êrîşî herêmê dikin. Çeteyan ev êrîşên xwe duh bi şev dewam kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî bi tundî bersivê didin êrîşên çeteyan. Li gorî agahiyên ji şervanên YPG/YPJ'ê hatine wergirtin, heta niha gelek çete hatine kuştin. Lê belê hejmara zelal a kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî herêma Şexlerê hînê dewam dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsa dagirkirî êrîşî gundê Bozan ê Kobanê dikin. Encamên vê êrîşê zelal nebûn.
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ BENDAVA TIŞRÎNÊ
Çeteyên DAIŞ'ê îro danê nîvro hewl dan êrîşî Bendava Tişrînê bikin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi vê hewldana çeteyan hesiyan, bersiv dan.