YPG: Ti eleqeya me bi êrîşa li Enqereyê re nîne
Fermandariya YPG'ê da xuyakirin, ku ti eleqeya wan bi êrîşê re nîne û diyar kir, Davûtoglû ji bo êrîşî Sûriye û Rojava bike dixwaze bingehê amade bike.
Fermandariya YPG'ê da xuyakirin, ku ti eleqeya wan bi êrîşê re nîne û diyar kir, Davûtoglû ji bo êrîşî Sûriye û Rojava bike dixwaze bingehê amade bike.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê, bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ku gotibû "Teqîna li Enqereyê ji aliyê YPG'ê ve hatiye kirin."
Fermandariya YPG'ê da xuyakirin, ku ti eleqeya wan bi êrîşê re nîne û diyar kir, Davûtoglû ji bo êrîşî Sûriye û Rojava bike dixwaze bingehê amade bike.
YPG'ê da zanîn, ku tevî hemû êrîş, tehrîk û provokasyonan wan heta niha li hemberî dewleta Tirk tiştek nekirine.
Daxuyaniya Fermandariya YPG’ê wiha ye:
"Gelê me û raya giştî baş dizane ev çar sal li ser şoreşa rojava re derbas bû. Em weke YPG’ê, parastina gelên li herêmê dikin. Di şert û mercên zor û zehmet de bi tena xwe me şerekî dijwar li dijî terora komên weke El Nûsra û DAIŞ’ê meşand û em dimeşînin. Gelek derdor, dewletan û saziyên ragihandinê, diyar kirin ku ev rêxistinên terorîst ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin. Lê em weke YPG’ê, derveyî komên terorê yên ku êrîşî gêlên me yên li Rojava kirin, em ne li hemberî dewletên cîran û ne jî li hemberî hêzên din neketine nava hewldaneke leşkerî.
BI ZANEBÛN TAWANBAR DIKIN
Tevî hemû tehrîk û provakasyonan û êrîşên artêşa Tirk ên li ser sînorê Rojava çêbûn jî, me bersiv neda êrîşên wan û em bi berpirsyariya dîrokî tevgeriyan. Ev çar sal in beşên sînorê Tirkiyeyê yê bi Suriyê yê herî bi ewle sînorê bi Rojava re ye. Ji aliyê me ve ti hewldaneke leşkerî çênebûye. Ya vê rastiyê herî baş dizane jî Artêşa Tirk û hikumeta AKP’ê ye. Bi zanebûn rastiyan berevajî dikin û her wiha bi teqîna Enqere re me tawanbar dikin.
DAXUYANIYA DAVÛTOGLÛ DEREW E
Em dixwazin ji gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê re bêjin ku ti têkiliya me bi vê bûyerê re tine ye. Ne tenê ev êrîş, di van çar salên dawî de jî dewleta Tirk nikare yek êrîşekî li ser me îspat bike, ji ber ku ti êrîşeke me li hemberî wan çênebûye. Daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Davûtoglû ya ku me bi teqîna Enqerê tawanbar dike derew e û dûrî rastiyê ye. Davûtoglû bi van daxuyaniyan hewl dide bingeha tevlîheviya li Sûriyeyê û êrîşên li ser Rojava çêbike. Her wiha dixwazin li ser alîkariya xwe ya ku hemû cîhan dizane didin DAIŞ’ê bigirin.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dubare dibêjin ku ti têkiliya me bi teqîna li Enqerê re tine ye û em bang li hemû dewlet û hêzên cîran dikin ku li hemberî Şoreşa Rojava û îradeya gelên me rêzdar bin."