KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Dîrî yê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da merasîmek leşkerî hat lidarxistin
Ji bo endamê YPS Umît Dîrî (Azîz Geverî) yê ku di teqîna li Nisêbînê de birîndar bibû û duh jiyana xwe ji dest da merasîmek leşkerî hat lidarxistin. -
Demîrtaş: Ji bo azadiya gelê Kurd em ê li ser piyan bin!
Demîrtaş di Konferansa Piştevaniya Partiyên Çepgir ên Ewropayê" de axivî bang li Erdogan û Davutolu yê ku PYD û YPG wekî rêxistina terorê îlan kirin, kir û wiha got: "Tirba Şah Îsmaîl ê ku hûn dibêjin bav û kalê me ye li kû ye?" -
Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
3 rojnamevanên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin hatin berdan. -
Li Hezexê mal tên bombekirin
Li semta Yenîmahalle ya navçeya Hezexê ku êrîşên dijwar pêk tên, gelek mal bi topbaranê hatin hilweşandin. -
Ji bo kurê xwe 21 sal in hesab ji dewletê dipirse
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 569'emîn de aqûbeta Murat yildiz ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de çû Qereqola Polîsan a Ozkanlar a Bornovayê û piştre jê agahî nehat wergirtin hate pirsîn. -
Dilşa li ser milên jinan hat oxirkirin
Cenazeyê Dilşa Ak a li Nisêbînê bi gulebarana ji wesayîtên zirxî hat qetilkirin, li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Nasnameyên 2 şervanên YPG'ê yên li Helebê jiyana xwe ji dest dan
Nasnameyên 2 şervanên YPG’ê yên li Helebê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin -
Dîcle Anter: Yên bavê min Mûsa Anter qetil kirin îro jî li ser kar in!
Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter diyar kir, yên bavê wî qetil kirin îro jî li Kurdistanê komkujiyan dikin. Anter da xuyakirin, ku AKP'ê bi JÎTEM'ê re li hev kiriye û destnîşan kir, berpirsyar wê li dadgehên navneteweyî bên darizandin. -
Li bajarokê Til Rifetê wesayîta bi ala Tirkan
Li bajarokê Til Rifet ê di 15'ê Sibatê de ji aliyê şervanên Ceyş el-Siwar ve hat azadkirin, di dema xebatên lêgerîn û paqijkirinê de wesayîteke bi ala Tirkan hat dîtin. -
Taxên Sûrê yên bi qasî 200 kes lê asê mane tên bombekirin
Li navçeya Amed Sûrê, pitik, zarok, jin, birîndar û extiyar jî di nav de bi qasî 200 kes li taxan asê mane. Ev tax ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên bombekirin. -
Nûçegihanên Le Monde li Nisêbînê hatin binçavkirin
2 nûçegihanên rojnameya Fransayê Le Monde yên demeke li Nisêbînê nûçeyan li xwe xwerêveberiyan çêdikin, tevî tercûmanê xwe hatin binçavkirin. -
Wêneyên jêrzemîna ji 31 kesan re bû gor, hatin weşandin
Wêneyên avahiya ku di dema komkujiya li Cizîrê de weke jêrzemîna wehşetê ya yekemîn hat binavkirin, derketin holê. -
Koordînasyona Civaka Êzidî serketina Şedadê pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzidî, rizgarkirina bajarokê Şedadê ji aliyê hêzên HSD'ê ve pîroz kir. -
KNK: AKP û Erdogan êdî ji bo tevahiya herêmê tehlûkeyeke mezin e
KNK'ê bal kişand ser dek û dolabên dewleta AKP'ê yên ji bo êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û destnîşan kir, ku AKP a bi pêşengiya Erdogan, ji bo hemû herêmê bûye xeteriyeke mezin. KNK'ê banga piştgiriya Rojava kir. -
Li Dêrikê maşîna zirxî hat rûxandin
Li Dêrikê duh danê êvarê ji tevahiya navçeyê dengê çekan hat. Li taxa Kale jî li hemberî maşîneke zirxî çalakiyeke bi roketan hat lidarxistin. Dengê çekan hînê ji navçeyê tê. -
YPG: Êrîşa çeteyan hat têkbirin
YPG'ê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî başûrê gundê Şergiratê kirin û bi destwerdana di cih de ya YPG'ê re pêşî li vê êrîşê hatiye kirin. Hat ragihandin, li vê derê şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye. -
Çend wêne ji Şedadê
Dîmenê destpêkê yê bajarokê Şedadê, ku ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve duh ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, ji aliyê ANHA ve hat weşandin. -
Jina li Cizîrê hat binçavkiri, hat înfazkirin!
Li Cizîrê ku qirkirin û komkujî lê dewam dike, jineke berî du rojan hat binçavkirin, hat înfazkirin. Li avahiya jin lê hat înfazkirin xwîn û pantolonê wê hat dîtin. -
Dewlet şopên komkujiyê dişewitîne
Hêzên dewleta Tirk, şopên komkujiya li Cizîrê kirine, li nava kolanan dişewitînin û hewl didin tine bikin. Ji navçeyê timî dû radibe. Çend ji van nuqteyên ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin, dîmenên wan hatin kişandin. -
Çete di ser Tirkiyeyê re bi cebilxaneyan derbasî Ezazê bûn
Dewleta Tirk duh êvarê bi 25 wesayîtan re çeteyên Cephet El Nûsra û Ehrar El Şam, tevî cebilxaneyên wan di ser Tirkiyeyê re derbasî Ezazê kir. -
138 cenaze hînê nekarîne bên teşxîkirin
Ji 165 cenazeyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin û rakirin nexweşxaneyên cuda, heta niha bi tenê 27 hatine veşartin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gumuş ji aliyê malbatê ve hat wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ramaz Gumuş (Bagok Omerî) yê li bejahiya Çiyayê Bagokê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji bo were veşartin ji aliyê malbatê û MEYADER'ê ve hat wergirtin. -
Li Hezexê êrîş giran e
Li navçeya Şirnex Hezexê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan lê giran e, bi topbarana ji gundê Xerabşeref re êrîşan ji nû ve destpê kirin. -
'Heta dilopa dawî ya xwîna xwe...'
Cenazeyê Nûsret Bayar ê 19 salî yê li yekemîn jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji ber jêçûna zêde ya xwînê jiyana xwe ji dest da, hînê ji aliyê malbatê ve nehatiye dîtin. -
Zarokên komkujiya Cizîrê yên aqûbeta wan nediyar
Li Cizîrê ku bi sedan kes lê hatin şewitandin, qetilkirin, zêdeyî meheke malbat agahiyê ji Cengîz Gerem ê 15 salî û Kasim Yana yê 18 salî nagirin.