Li Hezexê êrîş giran e

Li navçeya Şirnex Hezexê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan lê giran e, bi topbarana ji gundê Xerabşeref re êrîşan ji nû ve destpê kirin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan lê giran e, bi topbarana ji gundê Xerabşeref re êrîşan ji nû ve destpê kirin.

Li tevahiya navçeyê elektrîk hatiye birîn. Di bin navê 'qedexeya derketina derve' de êrîşên hêzên dewletê yên ji bo qirkirian Kurdan, di roja 5. de bi topbaranê didomin. Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev navbera dabûn topbaranê, danê vê sibehê bi topbarana li hemberî taxa Yenî Mahalleyê re ji nû ve dest bi êrîşê kirin. Ji maşînên zirxî yên li gundê Xerabşerefê hatine bicihkirin, top li taxa Yenî Mahalle tê barandin. Her wiha ji taxa Seyrantepeyê jî ji maşînên zirxî bi çekên giran gule li taxa Yenî Mahalle tên reşandin. Ji ber van êrîşan li taxa Yenî Mahalle xaniyek şewitî.

Li aliyê din, li navenda navçeyê û herêma newala Cehenemê ya nêzî navçeyê, pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê, bênavber digerin.