Hêzên dewleta Tirk, şopên komkujiya li Cizîrê kirine, li nava kolanan dişewitînin û hewl didin tine bikin. Ji navçeyê timî dû radibe. Çend ji van nuqteyên ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin, dîmenên wan hatin kişandin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, dorpêçî, dagirkerî û êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî gel di roja 68. de ne. Tevî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala got 'operasyon qediya' jî dorpêçî hînê didome. Li herêma navbera taxên Cûdî û Sûrê ku jêrzemînên wehşetê lê ne, hêzên dewleta Tirk hewl didin bi maşînên kar şopên komkujiyê jê bibin.
Ji ber ku hêzên dewletê mal û eşyayan dişewitînin, ji ser navçeyê dûxan qet kêm nabe. Car carna dengê teqînan jî tê. Li jorê taxa Cûdî, leşkerên Tirk şopên komkujiyê li du nuqteyan şewitandin. Dîmenê vê yekê ji aliyê kamerayan ve hat kişandin. Eşyayên li qadên vala hatine komkirin, hatin şewitandin.