Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gumuş ji aliyê malbatê ve hat wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ramaz Gumuş (Bagok Omerî) yê li bejahiya Çiyayê Bagokê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji bo were veşartin ji aliyê malbatê û MEYADER'ê ve hat wergirtin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, cenazeyê yek ji 4 gerîlayên HPG'ê yên di bomberdûmana 16'ê Sibatê ya li bejahiya Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dan Ramaz Gumuş (Bagok Omerî) ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Otopsiya cenazeyê Gumuş li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Cneaze ji bo îro were veşartin, ji aliyê malbatê û MEYADER'ê ve hat wergirtin.
Di dema teslîmgirtina cenaze de rêveberên DBP, HDP ên bajar û navçeyan, nûnerên MEYADER, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên DBP'yî û gelek welatî amade bûn. Cenazeyê Gumuş li ber qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" ji morga nexweşxaneyê hat derxisitn. Piştre bi konvoyeke ji dehan wesayîtan ber bi gundê Fistikli yê Mehsertê ve hat şandin.