Wêneyên jêrzemîna ji 31 kesan re bû gor, hatin weşandin
Wêneyên avahiya ku di dema komkujiya li Cizîrê de weke jêrzemîna wehşetê ya yekemîn hat binavkirin, derketin holê.
Wêneyên avahiya ku di dema komkujiya li Cizîrê de weke jêrzemîna wehşetê ya yekemîn hat binavkirin, derketin holê.
Wêneyên avahiya ku di dema komkujiya li Cizîrê de weke jêrzemîna wehşetê ya yekemîn hat binavkirin, derketin holê. Tevî ku bi rojan daxwaza alîkariyê hat kirin jî, 31 mirovên li vê jêrzemînê di encama êrîşên dewlet Tirk de bi awayekî hovane hatin şewitandin û qetilkirin.
Li vê jêrzemîna li taxa Cûdî, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bi rojan bi rêya telefonê tevlî weşanên televîzyonan dibû û radigihand, ku hêzên dewletê hewl didin komkujiyekê bikin.
Dewleta Tirk bi mîzansena 'şer heye' bi rojan nehişt personelên tenduristiyê û heyetên dildar xwe bigihînin avahiyê. Di dawiya dawî de jî 31 cenazeyên hatin şewitandin ji vê jêrzemîna wehşetê hatin derxistin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ku biryara tedbîrê nedan, bûn hevparê vê komkujiya wehşî ya ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kirin.