Li Hezexê mal tên bombekirin

Li semta Yenîmahalle ya navçeya Hezexê ku êrîşên dijwar pêk tên, gelek mal bi topbaranê hatin hilweşandin.

Li semta Yenîmahalle ya navçeya Hezexê ku êrîşên dijwar pêk tên, gelek mal bi topbaranê hatin hilweşandin
 
Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser navçeya Hezex a Şirnexê hatine destpêkirin bê navber di roja 5’emîn de dewam dike. Li hember taxan bi awayekî dijwar top tên bikaranîn, li Yenîmahalleyê Selîm Dogan (47) û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.

Her wiha hêzên dewletê li hember taxên Yenîmahalle û Tûrgût Ozalê topbarana xwe didomîne. Ji gelek malên ku bombe lê ketî dûman bilind dibin, gelek malên li derdora Dibistana Seratayî ya Fatîh a li Yenîmahalleyê jî bi topbaranê ji aliyê hêzên dewletê hatine hilweşandin.