Nûçegihanên Le Monde li Nisêbînê hatin binçavkirin

2 nûçegihanên rojnameya Fransayê Le Monde yên demeke li Nisêbînê nûçeyan li xwe xwerêveberiyan çêdikin, tevî tercûmanê xwe hatin binçavkirin.

2 nûçegihanên rojnameya Fransayê Le Monde yên demeke li Nisêbînê nûçeyan li xwe xwerêveberiyan çêdikin, tevî tercûmanê xwe hatin binçavkirin.

Ji rojnameya Fransayê Le Monde Alan Kawa û nûçegihanekî din ê navê xwe nehat zanîn, tevî tercûmanê xwe Bayram Baran hatin binçavkirin. Tîmên tevgera taybet li nêzî Piran Elman nasnameya rojnamevanan kontrol kirin û ew li maşîna zirxî siwar kirin. Rojnamevan û tercûmanê wan birin Midûriyet Emniyetê ya Nisêbînê.