138 cenaze hînê nekarîne bên teşxîkirin
Ji 165 cenazeyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin û rakirin nexweşxaneyên cuda, heta niha bi tenê 27 hatine veşartin.
Ji 165 cenazeyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin û rakirin nexweşxaneyên cuda, heta niha bi tenê 27 hatine veşartin.
Ji 165 cenazeyên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin û rakirin nexweşxaneyên cuda, heta niha bi tenê 27 hatine veşartin. Malbat ji ber dorpêçî û dagirkeriya li Cizîrê nikarin biçin nexweşxaneyan. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz bang li malbatên ji jiyana zarokên xwe bi fikar in kir, ku biçin Maseya Krîzê ya li Mêrdînê.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, welatiyên ku li jêrzemînên wehşetê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovane hatin qetilkirin û cenazeyên wan rakirin nexweşxaneyên li Cizîr, Şirnex, Sîlopî, Mêrdîn, Riha û Dîlokê, teşxîskirina wan pir dereng tê kirin. Heta niha 165 cenaze anîn nexweşxaneyan. Ji wan cenazeyan 25 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin û definkirin. 2 cenaze jî nehatin teşxîskirin û li Şirnexê hatin definkirin. Li Sîlopiyê 62, li Rihayê 19, li Şirnexê 10, li Dîlokê 20, li Mêrdînê 12 li Cizîrê jî 15 cenaze li benda teşhîskirinê ne. Ji ber ku piraniya cenazeyan hatine şewitandin an jî hatine parçekirin teste DNA hate kirin û li benda encama testan in.
96 MALBATAN SERÎ LÊ DAN
Heta niha ji bo cenazeyên li nexweşxaneyan 96 malbatan serlêdan kirin. Bi taybetî jî malbatên li Cizîrê dijîn, ji ber rêveberiya awerte nikarin ji malên xwe derkevin. Ji ber ku gelek malbat jî agahiya wan tineye ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane serlêdan nekirine. Peywirdarên Maseya Krîzê ya Mêrdînê ku hatiye avakirin xwestin malbatên ku bi guman in zarokên wan jiyana xwe ji dest dane serî li wan bidin.
SARIYILDIZ: BILA MALBAT SERÎ LI MASEYA KRÎZÊ BIDIN
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand li ser mijarê û ji bo ku 138 cenaze bên teşxîskirin ev peyam parve kir: "Malbatên ku îhtîmala zarokên wan li taxên hovîtiyê ne, divê bên Mêrdînê ji bo testa DNA bên Mêrdînê û xwînê bidin. Heta niha hejmara malbatên ku ji bo testa DNA xwîn dane, ji hejmara kesên ku di hovîtiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane pir kêm in. Malbatên ku li navenda Cizîrê ne heke bên şaredariyê dikarin biçin Mêrdînê."