Li Dêrikê maşîna zirxî hat rûxandin

Li Dêrikê duh danê êvarê ji tevahiya navçeyê dengê çekan hat. Li taxa Kale jî li hemberî maşîneke zirxî çalakiyeke bi roketan hat lidarxistin. Dengê çekan hînê ji navçeyê tê.

Li Dêrikê duh danê êvarê ji tevahiya navçeyê dengê çekan hat. Li taxa Kale jî li hemberî maşîneke zirxî çalakiyeke bi roketan hat lidarxistin. Dengê çekan hînê ji navçeyê tê.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, ji duh êvarê û vir ve dengê çekan ji navçeyê tê. Tevî şerê yekcaran diqewime, nîvê şevê bi roketan li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep çalakiyek hat lidarxistin. Li ser kuştî û birîndarên hêzên dewleta Tirk agahiyek bi dest neket. Li Meydana Cûmhûriyetê ya Taxa Kale û li ser rêya Kolana Tûrçem a taxa Cevîzpinarê bend hatin dayîn. Dengê çekan hînê ji navçeyê tê.

Dewleta Tirk di çarçoveya êrîşên xwe yên ji bo qirkirina gelê Kurd het aniha 2 caran li Dêrika Çiyayê Mazî 'derketina derve' qedexe kir, ku qedexeya dawî 8 rojan dewam kir. Di nava vê demê de zêdeyî 50 kes hatin binçavkirin, 31 kes jî hatin girtin.