Jina li Cizîrê hat binçavkiri, hat înfazkirin!
Li Cizîrê ku qirkirin û komkujî lê dewam dike, jineke berî du rojan hat binçavkirin, hat înfazkirin. Li avahiya jin lê hat înfazkirin xwîn û pantolonê wê hat dîtin.

Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku jineke xwe li jêrzemîna avahiyeke li kolana Yakişan a taxa Şahê girt, ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin.
LI ÎNŞAETÊ ÎNFAZ KIRIN
Şahidan diyar kirin, polîs û leşkeran jin birine înşaetekê, ew li vê derê înfaz kirine û piştre avêtine taxa Cûdî cihê komkujiyan. Şahidên bûyerê dan zanîn, ku cenaze piştre tevî cenazeyên mirovên din ên berê hatibûn qetilkirin, ji taxê hatine derxistin û birine nexweşxaneyê.
LI CIHÊ QALA WÊ TÊ KIRIN PANTOLONÊ JINEKÊ Û XWÎN HAT DÎTIN
Li ser vegotina şahidan, welatiyên çûn cihê înşaetê, li qatê yekemîn ê înşaetê li erdê xwîn û pantolonê jinekê dîtin.