Konseya Rêveber a KNK'ê li ser wehşeta dewlet Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û topbarana li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk îro li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê wek firinên Hitler, 'jêrzemînên wahşetê' ava kiriye û di asta sucê mirovahiyê de komkujiyan dike" û hat ragihandin ku heman zîhniyeta kevneperest û îdeolojiya yekparêzî, li Rojava jî êrîşî Kurdan dike.
'DÎROKA DEWLETA DÎROKEK LEWITÎ YA KONTRA Û LÎSTIKÊN QIRÊJ E'
KNK'ê bibîr xist ku weke li Bakurê Kurdistanê, li Rojava jî eniyên YPG û YPJ ê, gund û bajarên Rojava, bi tank, top û çekên giran tên bombekirin û hat gotin, "Dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP'ê, xwedî dîrokek lewitî ya kontra û lîstikên qirêj û bi xwîn e. Di vê demê de li Enqereyê Enqereyê teqînek mezin pêk hat. Hîna lêkolînên der barê teqînê de temam nebûyî, desthilatdariya AKP'ê, sûc avêt ser PYD û YPG ê û xwest bi derewên xwe raya giştî ya cîhanê bixapîne.
Dewleta Tirk, di nava van 30 salan de, her dem serî li lîstikan daye û xwestiye ku NATO, Yekîtiya Ewropa û Amerîka li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kar bîne. Li Sûriyeyê jî kete nava heman hewldanan. Lêxistina balafira Rûsya jî di nav de, tevahiya kiryarên dewleta Tirk ew e ku NATO û Amerîka bikar bîne û Şoreşa Rojava têk bibe. Piştî ku taşeronên dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê û Girê Spî têk çûn, dewleta Tirk, bi bez balafirgeha Încîrlîkê ji Amerîka re vekir û bi hemû hêza xwe êrîşî Tevgera Azadiya Kurdistanê kir."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê, li Bakur ne sekînî, êrîşî Rojavayê Kurdistanê jî kir û ev nirxandin kir: "Di demeke ku lihevkirina Munîhê pêk hat û agirbesta li Suriye kete rojevê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye hişyar kir. Amerîka jî vekirî ji raya giştî re deklere kir ku PYD hevkarê wan e, ew ê desteka ji bo YPG'ê bidomînin. Piştî teqîna li Enqereyê, dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê, behane kirin û êrîşên li dijî Rojava dijwar kirin. Di qada navneteweyî de jî ketin nava hewldanên mezin.
'DESTHILATDARIYA AKP'Ê YA BI PÊŞENGIYA ERDOGAN JI BO HEMÛ HERÊMÊ BÛYE TEHLÛKEYEKE MEZIN'
Em weke KNK'ê pêşî raya giştî ya Kurdistan, gelên li Tirkiyê û raya giştî ya cîhanê hişyar dikin ku desthilatdariya AKPê bi pêşengiya Serokkomar Tayyip Erdogan da, ji bo hemî herêmê bûye tehlûkeke mezin. Ji bo îktîdara xwe dikarin her tiştî bikin. Bi êrîşên li ser Rojava provakasyonan dikin û dixwazin şereke mezin li herêmê derxin. Eger pêşiya wan neyê girtin, wê li serê tevahiya gelên herêmê bibin bela.
Bi vê munasebetê, em carek din êrîşên dewleta Tirk bi tundî şemezar dikin. Her wiha bang li gelê Kurdistanê û reya giştî ya cîhanê dikin ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk rawestin."