Ji bo kurê xwe 21 sal in hesab ji dewletê dipirse
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 569'emîn de aqûbeta Murat yildiz ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de çû Qereqola Polîsan a Ozkanlar a Bornovayê û piştre jê agahî nehat wergirtin hate pirsîn.
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 569'emîn de aqûbeta Murat yildiz ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de çû Qereqola Polîsan a Ozkanlar a Bornovayê û piştre jê agahî nehat wergirtin hate pirsîn.
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 569'emîn de aqûbeta Murat yildiz ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de çû Qereqola Polîsan a Ozkanlar a Bornovayê û piştre jê agahî nehat wergirtin hate pirsîn. Di çalakiyê de Hanîfe Yildiz helbesta ku ji bo kurê xwe yê 21 sal in li bendê ye nivîsandiye ya bi navê "Ji bo te..." xwend, demên hestewar hate jiyîn.
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan li ber Lîseya Galatasarayê cara 569'emîn hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Di çalakiyê de dayikan pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" vekirin û wêne û qurnefîl dan destên xwe. Di çalakiyê de ji ber ku sibehê 3'yemîn salvegera Dayika Berfo ya ku sembola çalakiya dayikan bû ye weneyên wê jî hatin hilgirtin. Peyama dê têkoşîna wê bişopînin hate dayîn.
'HÛN Ê HESABÊ VÎ ÇAWA BIDIN'
Di çalakiya vê hefteyê de ewil kurê Dayika Berfo, Mîkaîl Kirbayri axivî. Kirbayir got ku dayika wî 33 salên emrê xwe ji bo lêgerîna kurê xwe derbas kiriye û wiha got: "Dayika min 33 salan deriyê ku lêneda nema. Bi çewalê li ser pişta xwe ve bû kûz bû. Dayê min di jiyana xwe de qet şerm nekir. Lê tenê ji ber ku min tiştek ji te re negot şerm kir. Ez ji mirovahiya xwe şerm dikim. Ti bu şansî ku te ev roj nedît. Îro ji duh xirabtir e."
Kirbayir li hemberî dorpêçên li Kurdistanê jî nerazîbûn nîşan da wiha got: "Biratî bi tevahî ji holê tê rakirin. Dema ku tu birîndarên min bi êşê û êşkenceyê dişînî mirinê em ê çawa li rûyê hev binêrin. Hûn ê hesabê vê bidin gelên ku li vî axê dijîn. Ya ku we dike dewlet gel e. Hûn ê hesabê vî bidin gel."
'ÊŞA DILÊ DAYIKAN HEMAN E'
Piştre dayika Murat Yildiz ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de çû Qereqola Polîsan a Ozkanlar a Bornovayê û piştre jê agahî nehat wergirtin Hanîfe Yildiz axivî. Yildiz bi gotina "Em bi heman çavê li êşan dinêrin. Heke hemû kes bi çavên me meze bikira dê ev tişt nediqewimî. Êşên dilên dayikan û rondikên çavên wan heman e" bang li hemû dayikan kir.
Yildiz piştre jî helbesta xwe ya bi navê "Ji bo te..." ya ji bo kurê xwe yê 21 sal in jê agahî nagire nivîsandiye xwend. Dema ku helbest hate xwendin demên hestewar hate jiyîn.
Di çalakiya vî hefteyê de çîroka Murat Yildiz ji aliyê hunermend Nur Surer ve hate xwendin. Sûrer anî ziman ku Yildiz ê 19 salî li Îzmîrê bi dayuka xwe re dijiya û wiha got: "Di 29'ê Çileya 1995'an de li Bornovayê di nîqaşa ku derket de bi çekê gule berda hewa û ji cihe bûyerê dûr ket. Di meha Sibatê de polîs hatin mala Yildiz û Hanîfe Yildiz birin emniyetê. Ji dayikê re hate gotin ku heke kurê wê bê teslîm bibe wê bê berdan. Di 23'yê Sibatê de jî dayik, parêzer û bi xwarziyê xwe re kurê xwe Murat Yildiz bir Qereqola Polîsan a Ozkanlar a Bornovayê û teslîmê komîserê bi navê Ramazan Kaya û polîsê bi navê Tahîr Şerbetçî kir. Lê, piştre ji kurê xwe agahî negirt."
Sûrer xwest aqûbeta Yildiz bê aşkerakirin û kiryar bên dîtin û bên darizandin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.