Koordînasyona Civaka Êzidî serketina Şedadê pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî, rizgarkirina bajarokê Şedadê ji aliyê hêzên HSD'ê ve pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî, rizgarkirina bajarokê Şedadê ji aliyê hêzên HSD'ê ve pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî li ser azadkirina Şedadê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dem dema azadiya gelan e. Divê her kes bizanibe; dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ên kujer û hêzên destekê didin wan, wê têk biçin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serketina Şedadê hem ji bo Rojava hem jî ji bo siberoja gelên Sûriyeyê gelekî girîng û dîrokî ye. Em vê serketinê li hemû gelan pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku cihê xwe di nava refên azadiyê de bigirin."

Koordînasyonê diyar kir, nabe ku Şedadê weke cihekî biçûk ê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin were nirxandin û wiha dewam kir:

"Şedadê, ji bo çek, cebilxane û çeteyên ji Mûsilê bi armanca qetilkirina gelan derbasî Sûriye û Rojava dibûn, weke korîdoreke girîng bû. Di heman demê de çeteyên ji vê derê dihatin gefeke mezin li Şengalê dixwarin. Lewma azadkirina Şedadê bi qasî Rojava û Sûriyeyê, jib o ewlekarî û azadiya Şengalê jî gelekî girîng e.

'EM Ê JÎ AZAD BIBIN'

Em dizanin, piştî êrîşa çeteyan a 2014'an li hemberî Şengalê, gelek Kurdên Êzidî hatin revandin û li Şedadê mîna koleyan hatin xebitandin. Rizgarkirina Şedadê ji aliyê şervanên azadiyê ve, ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên li bazarên koledariyê yên li vê derê hatin firotin, bû hêviyeke mezin. Em hêvîdar in di encama van serketinan de wê civaka Êzidî ji zilma van zaliman rizgar bibe, ji mercen wehşetê xilas bibe û azad bibe."

'AKP-DAIŞ BI XWE TERORÎST IN'

Koordînasyonê da zanîn, AKP a destekê dide çeteyên DAIŞ'ê hewl dide YPG/YPJ û PYD'ê tesfiye bike, bi cîhanê re weke 'rêxistina terorîst' bide qebûlkirin û ev xal destnîşan kir:

"Divê hikûmeta AKP'ê zanibe; di nava tevahiya gelên Rojhilata Navîn de AKP û keriyê çeteyan DAIŞ weke terorîstên rasteqîn tên zanîn. Lewma weke civaka Êzidî em bang li tevahiya cîhanê dikin ku vê rastiyê bibîne; li cem şervanên ji bo azadiyê têdikoşin bisekine; li dijî rêxistina çete DAIŞ'ê ya zilmê dike, komkujiyan dike, serê mirovan jê dike, mirovan li bazarên koleyan difiroşe, dest diavêje mirovan û li hemberî AKP a tifaqa herî mezin a DAIŞ'ê ye, têbikoşe."