BI DÎMEN

Dîcle Anter: Yên bavê min Mûsa Anter qetil kirin îro jî li ser kar in!

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter diyar kir, yên bavê wî qetil kirin îro jî li Kurdistanê komkujiyan dikin. Anter da xuyakirin, ku AKP'ê bi JÎTEM'ê re li hev kiriye û destnîşan kir, berpirsyar wê li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter diyar kir, yên bavê wî qetil kirin ji bo komkujiyan bikin îro li Kurdistanê hatine wezîfedarkirin. Anter da xuyakirin, ku AKP'ê bi JÎTEM'ê re li hev kiriye û destnîşan kir, berpirsyar wê li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Kurê rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter ê ji aliyê JÎTEM a dewletê ve hat qetilkirin nivîskar Dîcle Anter ji ANF'ê re axivî.

'BI JÎTEMÊ RE LI HEV KIRIN'

Anter da xuyakirin, ku Tirkiye ji bo gunehên xwe binixumîne timî operasyonên xapandinê meşandiye û got, "Tê bîra we, di salên 90'î de serhildaan Cizîr-Botanê hebû. Hingî JÎTEM ketibû dewrê. Komkujiyeke mezin kiribûn. Û ev kes dihatin darizandin. Lê belê piştre serbest hatin berdan. Mîna bûyera Ergenekonê, bi van re jî li hev kirin. Li dijî sîstema statukoparêz a dewletê, yên helwesteke wêrekî nîşan bide nîne. Hemû hikûmetên li Tirkiyeyê bûne desthilatdar bi sabiqe ne. Ev hemû çi zû çi jî dereng wê werin cezakirin. Lê heta ji destê wan tê, hewl didin vê bibihurînin. Yên ku tiliya xwe di qetilkirina Mûsa Anter û gelek kesên bi heman rengî hatin qetilkirin de hene, niha li Cizîr, li Sûrê li ser kar in. Mûsa Çîtîl ê li Amedê operasyona Sûrê dimeşîne kî ye? Gelo ne kujerekî ku ji kuştinên kiryar nediyar tê darizandin e? Niha kiryarê komkujiya li Sûrê ye. Li gorî feraseta van; Kurdê herî baş Kurdê mirî ye."

Anter da xuyakirin, ku li Kurdistanê pitik hatin qetilkirin, jinên ducanî, extiyar hatin qetilkirin, li jêrzemînan mirov bi awayekî zindî hatin şewitandin û sûcekî mirovahiyê yên beriya niha qet nehatibû dîtin niha tê kirin.

Anter got, "Kî yê bi xwaze bi van re li hev bike? Ji bo hemû têkiliyên navbera xwe yên civakî bibirin, ev komkujî kirin. Kurd her tim bûne aliyê aştîxwaz. Lê belê li hemberî daxwaza me ya aştiyê bi komkujiyên bêrehm bersivê didin. Em çiqasî bêjin aştî, ew jî ewçend şer li ser me ferz dikin. Kurd hebûneyeke zindî ye, heta derekê dikare tehemûl bike."

'EFSERÊN WÊ DEMÊ, ÎRO JÎ LI DIJÎ KURDAN ŞER DIKIN'

Dîcle Anter destnîşan kir, ku dîroka JÎTEM'ê gelekî kirêt e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di dema kuştinên kiryar nediyar hatin kirin de JÎTEM li ser kar bû. Di dema vê hikûmetê de hebûna JÎTEM'ê car carna hat qebûlkirin, carna jî gotin tiştekî bi navê JÎTEM'ê nîne. Herî dawî red kirin, endamên JÎTEM'ê berdan û niha jî gelekî ji van li Kurdistanê dîsa li ser kar in. Em nizanin yek bi yek ev kî ne. Ji ber ku wan vedişêrin. Lê belê efserên wê demê emrê wan ciwan bû, ku endamên JÎTEM'ê ne, îro bi payeyên bilind li dijî Kurdan şer dikin."

Anter bibîr xist, ku eger doza Mûsa Anter bihata ronîkirin, temamiya kuştinên kiryar nediyar ên li Tirkiyeyê wê eşkere bibûna û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Piraniya yên fermana qetilkirina Mûsa Anter dan, îro dîsa li ser kar in. Kî dizane? Tetîkkêş heye, lê ew jî înkar dike. Abdulkadîr Aygan heye, ew berê diaxivî, lê niha gotinên li hev nakin bilêv dike. Dewlet ji bo mirov di vê demê de neaxive, derfetên cuda pêşkêş dike û wan bêdeng dike. Şexsên bi vî rengî ji bo pereyan rûmeta xwe difiroşin. Lê belê ewqas sûcên kirine, wê ji wan re nemîne. Rojekê em ê biçin Laheyê, rojekê em ê biçin Dadgeha Nurnbergê. Ji ber ku mînakên van li cîhanê gelek in."

'MÎNA KOMKUJIYA ERMENIYAN A ÎRO JÎ ÎNKAR DIKIN'

Dîcle Anter der barê înkarkirina komkujiyên dewlet niha li Cizîrê û gelemperiya Bakurê Kurdistanê dike de, ev nirxandin kir:

"Tirkiye îro ji dayîna hesaban direve. Komkujiya beriya 100 salan anîbûn serê Ermeniyan, hînê înkar dike. Dibêjin 'vê dewletê ti carî komkujî nekiriye'. Vaye binêrin li Cizîrê li pêş çavên tevahiya cîhanê komkujiyê hînê dike. Yên qala komkujiyê dikin bila li Silopiya, Farqîn, Sûrê binêrin. Ka we digotin Komkujiya Ermeniyan nehatiye kirin? Vaye ji we re komkujî, îro jî em tên qetilkirin. Ya li Kurdistanê tê kirin çi ye? Bila ji me re îzah bikin. We psîkolojiya vî gelî jî xera kirine. Hûn zarokan dikujin, ji vê mezintir komkujî heye? Hûn guleyan li ambûlansê diçin rakirina birîndaran, direşînin. Û bêyî li ber xwe bikevin û fedî bikin dibêjin 'ew destûrê nadin'. We mirov bi awayekî zindî şewitandin."